Abdullatif Şener: Ji hilbijartina pêşwext bêtir, divê ewlehiya hilbijartinê bêaxavtin

ENQERE - Serokomar Erdogan, hemû hesab û kîtabên xwe ji bo qezenckirina hilbijartina 2019'an dike. Li hêlekê hewl dide AKP'ê ji nû ve ava bike û li hêlekê jî dixwaze bi zext û zoriyên xwe yên li ser muxalefetê encamê wergire. Lê belê AKP'yiyê berê Abdullatif Şener jî, dibej ku beriya ku li ser hilbijartina 2019'an bê xeberdan, divê pêşî li ser ewlehiya hilbijartinê bê xeberdan.

Rageşiya li Tirkiyeyê her ku ber bi hilbijartinên 2019'an ve diçe kûrtir dibe. Li hêlekê gefên şerî, li hêlekê jî zêdebûna zext û zordariyên li ser muxalefetê. Serokomar Recep Tayyip Erdogan çend roj berê li bajarê xwe Rîzeyê xeber dabû û ew axaftina wî ji aliyê hin çavkaniyên nêzî AKP'ê ve wek îhtimala hilbijartineke pêşwext hatibûn şîrovekirin.

‘NE HILBIJARTIN, LÊ EM LI SER EWLEHIYA WÊ BIAXIVIN'

Yek ji avakarên AKP'ê û alîgirê serokwezîr ê berê Abdullattif Şener, ku pirsên dihaber'ê bersivandin anî ziman ku ew îhtimala hilbijartineke pêşwext nabîne. Li gor Şener hîn ji hilbijartinên 2019'an re pir maye û divê ji hilbijartinê bêtir li ser "ewlehiya hilbijartinê" bê axavtin.

'EZ ÊDÎ AKP'Ê FÊM NAKIM'

Şener nexwest guherînên di AKP'ê de û der barê nîqaşên li ser wê de biaxive, lê belê wek hincet ji bo vê yekê jî wiha dibêje: "Ez êdî ne pisporê AKP'ê me. Ev 10 sal in ku min dev ji vê partiyê berdaye. Hemû parlementer guherîn, hemû kadro guherîn. Avaniya mêjî jî guheriye. Di warê têgihiştinê de ditengijim."

'BÊYÎ EWLEHIYÊ TU TIŞT NIKARE STATUKOYÊ BIGUHERÎNE'

Şener, beyan kir ku noqteya sereke ew e ku divê li ser ewlehiya hilbijartinê bê rawestandin, an jê dê hilbijartin bibin wek tiştekî formalîte. Şener ev tişt gotin: "Hîn ji 2019'an re pir maye. Lê ez tiştekî dizanim, ew jî heta ku ewlehiya hilbijartinê neyê peydakirin dê ji niha û pê ve hemû hilbijartin formalîte bin. Di plana ewil de, dê hilbijartinên 2019'an çawa bin, çi bibin wirdetir divê li Tirkiyeyê xebatên ewlehiya hilbijartinê bên kirin. Divê partiyên muxalefetê vê yekê bikin. Têkildarî hilbijartinê hin raye hene. Di Qanûna Partiyên Siyasî de hin raye û berpirsiyariyên wan hene. Divê ev yek esas bê girtin û ewlehiya pergala hilbijartinê bê peydakirin. Piştî vê yekê dê nîqaşkirina encamên hilbijartinê watedar bibin. Heke ewlehiya hilbijartinê tune be, wisa difikirim ku dê ji niha û pê ve tu hilbijartin nikaribe statukoyê biguherîne.

Ev yek tenê ne têkildarî referandûma 16'ê Nîsanê ye. Çimkî, jixwe ji niha û pê ve em ê li 16'ê Nîsanê bigerin. Heke hêzeke hem bibe serwerê darazê, hem yê parlementoyê û hem jî yê îdareyê, dê ev yek jî encamaeke wê ya xwezayî be. Niha em di şert û mercên ku ji yên 16'ê Nîsanê girantir in de ne. Niha birêz Serokomar serwerê HSK'ê, Dadgeha Bilind, Şûraya Dewletê û YSK'ê ye. Dema kesên li wir karê xwe bikin dê tim hewl bidin ku cihê ku girêdayî wê ne kêfxweş bikin. Dê ev tişt jî nehêlin ku bi awayekî azad encamên hilbijartinê derkevin holê."

Kenan Kirkaya - dihaber