Baydemîr: Di tecrîda li ser Ocalan de israr di faşîzmê de israr e

WAN - Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr di Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku di roja 4’an de didome de axivî. Baydemîr, diyar kir ku ji ber tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome şer jî didome û wiha got: "Piştî tecrîd rabû di dîroka komarê de pêvajoya herî girîng hat destpêkirin. Ger ku aştiyê dixwazin divê terîdê rakin. Israra tecrîdê israra faşîzmê ye. Israra şer e."

Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê li Parka Aştiyê ya Musa Anter di roja 4'an de didome. Rêxistinên HDP'ê yên Navçeyan û nûnerên saziyên sivîl ên civakî nobet ziyaret kir, Parlamenterên HDP'ê Garo Paylan û endamê MYK'ê Saruhan Oluç jî tev li nobetê bû.

Di civîna çapemeniyê ya koma HDP'ê de Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, li ser geşedanên dawî nirxandin kirin. Baydemîr bal kişand ser çalakiya Semih û Nuriye û diyar kir ku ger li welatekî edalet têk çûbe ne pêkan e civak bi hevre bijî. Baydemîr astengiya li pêş mafê parastina parêzeran jî rexne kir û wiha got: "Ji bo darizandinek adîl divê mafê parastinê bê parastin. Mafê parastinê mafê pîroz e. Ger k parastin ne azad be daraz jî ne azad e. Lê hûn çi bikin jî hûn nikarin mafê parastinê asteng bikin.

’ÎŞKENCEYA LI 36 MIROVAN ÇAWA DIBE SÛCÊ YEK POLÎSÎ'

Baydemîr, îşkenceya li welatiyên Şapatanê hatiye kirin jî rexne kir û wiha berdewam kir: “Bi bûyera Şapatanê carek din hat aşkerekirin ku siyaseta demokratîk nebe nabe ye. Waliyê bajar wêneyên îşkenceyê ku di medya civakî de belav bûne dibêje 'Hûn bi van wêneyan propaganda rêxistinê dikin' Lê ev teşîrkirina sûc e. Ger ku HDP nebûya û ev bûyer ronî nekira dê walîtiyê ser vê hovîtî bincil kiribûya. Niha têkildarî îşkenceya li 36 welatiyan hatiye kirin tenê polîsekî berpirsiyar û sucdar dibînin. Yê ferman daye vê bûyerê kîye divê we bê ronîkirin."

Baydemîr bal kişand 2 zarokên ku 2 sal berê di firinê de hatin qetilkirin jî û wiha axivî: "2 sal berê şev nîvê şevê 2 zarok di firinê de hatin qetilkirin. Walî ew wekî terorîst îlan kirin. Piştî hewldana çapemeniyê bûyer ronî bû, derket holê ku du ciwan in. Heman waliyê Agirî di pêvajoya çareseriyê de jî lîstik û provokasyon amade kirin."

Baydemîr bal kişand ser îşkenceya li Hevşaredara Serayê Zilan Aldatmaz hatiye kirin jî û wiha lê zêde kir: "Ev êrîşek qirêj e. Bila şika tu kesî tune be em dê hesap ji tevan bipirsin."

‘TECRÎT ŞER SOR DIKE'

Baydemîr herî dawî bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha bi dawî kir: “Sedema van geşedanan û tecrîdê şerê heyî ye. Çima şer heye. Ji ber ku hikûmet bi şerê heyî hebûna xwe diparêze. Ger ku şer tune be hikûmet jî tune ye. Faktora herî mezin ku şer b dawî kir Birêz Ocalan bû. Piştî tecrîd rabû şer jî bi dawî bû. Piştî tecrîdê dest pê kir şer jî dest pê kir. Piştî tecrîd rabû di dîroka komarê de pêvajoya herî muhîm a çareseriyê dest pe kir. Heta 5'ê Nîsana 2015'an berdewam kir. Ji we rojê heta niha li ser Ocalan û li Îmraliyê tecrîd heye. 860 roj û 122 hefte tecrîd tê meşandin. Di dîroka cîhanê de tecrîdek ku wekî wê çênebûye di meriyetê de ye. Li gorî daneyên Buroya Hiqûqa Asrînê di 6 mehan de serlêdanên 56 parêz û 25 malbatan hatiye redkirin. 7 salin parêzer nikarin biçim bi muwekilê xwe re hevdîtin bikin. Kengî terîd rabû mirin jî bi dawî bû. Kengî tecrîdê dest pê kir kuştin û binpêkirina mafan jî dest pê kir.
Hikûmet destûr nade ku CPT rapora ziyareta 6 meh berê aşkere bike. Ger ku aştiyê dixwazin divê terîdê rakin. Israra tecrîdê israra faşîzmê ye. Israra şer e. Heta tecrîd rabe, şer bi dawî bibe, hevşeredar û Hevserokên me bê berdan û azadî û demokrasî bê vî welatî dê nobeta me ya wîcdan û edaletê bidome."