STENBOL - Hevserokên partiyên siyasî yên EMEP, EHP û Partiya Şoreşger û berdevkê Bloka Aştiyê, îktîdara AKP’ê wekî berpirsiyarê êrîşên li Beşiktaşê pêk hat nîşan da û diyar kir ku bi tenê rêya çareseriyê ne tolhildan, çareseriya demokratîk e.
Hevserokên partiyên siyasî yên EMEP, EHP û Partiya Şoreşger û berdevkê Bloka Aştiyê têkildarî êrîşa di 10’ê kanûnê de li Beşîktaşê li dijî polîsan pêk hat û 30 polîs 44 kesan jiyana xwe ji dest dan, bertekên xwe anîn ziman û îktîdara AKP’ê berpirsiyar nîşan dan.
Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, êrîş şermezar kir û wiha got: “Ji 5’ê Hezirana 2015’an heta niha li dijî vî welatî êrîşên bi bombeyî pêş dikevin. Ji wê demê heta niha 24 êrîşên bi bombeyî pêk hatin. Sedema ku welat ketiye vî halî îktîdara AKP’ê ye. Serokwezîrê wê demê Davutoglu gotibû ‘Piştî teqîna 10’ê Cotmehê ya li Enqereyê hêjmara dengê me zêde bû” Serokkomar Erdogan got ‘400 wekilan bidin min bila ev kar di nava aramiyê de çareser bibe” Şevê din Burhan Kuzu, hêj hêjmara birîndar û kuştiyan nehatiyû diyarkirin got “Ji bo guhertina pergala Serokdewletiyê qanûn me pêşkêşî meclîsê kir. Ser xêrê be.” Ev hemû geşedan siyaseta AKP’ê nîşan dide. Berpirsiyarê van aloziyan AKP ye.”
GURKAN: ÇARESERİ BÊTIR DEMOKRASÎ YE
Gurkan, qedexeya weşanê ya piştî bûyerê jî rexne kir û got: “Ji ber hikûmetê li ser alozî, tundî û şer polîtîka pêş xistiye naxwaze ruyê rastîn yê vê polîtîkayê bê zanîn. Ji ber vê yekê rojname û tv girtin û weşanê qedexe dike. Her ku ew ser rastiyên xwe veşêrin em jî dê ser rastiyên wan ronî bikin. Çareseri bêtir demokrasî û azadiya mafan e.”
UZUN: DİVÊ MUXALEFET BIBE YEK
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Sibel Uzun, jî diyar kir ku berpirsiyarê vê serdema tarî û bi xwîn kesên dixwazin pergala Serokdewletiyê bînin in û wiha got: “Em dibînin ku daxwaza guhertina rejîm û Qanûna Bingehîn bi xwe re xwîn û kuştinê tîne. Dixwazin bi OHAL’ê civakê bêtir mahkum bikin û bêdeng bihêlin.Em bang li hemû hêzên muxalif dikin ku bibin yek û li dijî van geşedanan dengê xwe bilind bikin.”
GOLLU: BERPIRSIYARÊ VÊ YEKÊ ÎKTÎDAR E
Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ufuk Gollu, jî anî ziman ku welat gav bi gav ber bi şerê navxweşî ve tê kaşkirin û wiha got: “Berpirsiyarê vê yekê îktîdara siyasî ye. Piştî êrîşa li Beşiktaşê li dijî endam û rêveberên HDP û DBP’ê operasyon pêk hat. Gollu, anî ziman ku ev binçavkirin û girtina siyasetmedaran li dijî siyaseta demokratîk e û dixwazin pergala siyasî serdest bikin û civakê jî bindest û bêdeng bikin.
ALTAN: EM FÊRBÛNA VÊ YEKÊ RED DIKIN
Berdevkê Bloka Aştiyê Bahadır Altan, jî bal kişand ser daxuyaniyên îktîdarê û wiha got: Kesên li ser vê êşê xwe mezin dikin û xwedî dikin qerîna tolhildanê bilind dikin. Altan, anî ziman ku Serokomar dibêje ‘Ji niha “û şûnde êdî dema tolhildanê ye” û wiha axivî: “Ev gotin bêtir rê li pêş tundiyê vedike. Ji bo aştî, edalet, wekhevî û demokrasiyê bêtir pêdivî bi demokrasiyê heye. Di pêvajoya tundiyê û şer de çareserî pêk nayê. Îktîdar şer ji bo xwe rêya desthilatdariye dibîne.Geşedanên 20 mehin pêş dikevin encama van polîtîkayan in. Îro dayika
Polîsê hat kuştin dibêje ‘Min kurê xwe winda kir bila êşên din çênebin’ Dayik tolê naxwaze. Daxwaza sereke rawestîna xwîn û kuştinê ye. Dixwazin dayikên kurd, tirk û polîsan tu carî negirin. Pêdivî bi aştiyê heye. Divê hikûmet vê yekê esas bigire. Em fêrbûna tundî, şer û rijandina xwînê red dikin. Divê demokrasî edalet û wekhevî pêş bikeve.Yekane çare di nava wekheviyê de demokrasî û aştî ye. Heta aştî pêş nekeve demokrasî jî pêş nakeve.