ENQERE - Di hevdîtina Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag de hat zanîn ku piştî nîşe girtin hat astengkirin, reqema faxsê ya aîdî Gruba Meclîsê bi ku li ser destê xwe nivîsî bû ji aliyê peywirdaran ve bi zorê hat sîlkirin û gelek mafên wê yên din hatine binpêkirin.
Li ser girtina Hevserokên Giştî û parlamenterên HDP'ê de 38 roj derbas bûn û hêjî HDP'î di bin tecrîdê de ne. Piştî parlamenter hatin girtin, komîsyona ku di bin banê Navenda Giştî de hat avakirin, derbarê şertên girtîgehê yên li dijî hevserokên giştî yên girtî û parlamenteran de xebatan dan destpêkirin. Parêzer her roj agahiyan didin komîsyonê, komîsyon vana dike rapor û bi saziyên navneteweyî û yên din re tê parvekirin. Li gorî agahiyên ji komîsyonê hatine girtin, hevserokên giştî yên girtî û parlamenter di şertên tecrîdê de tên girtin.
REQEMA FAKSÊ YA Lİ MILÊ XWE NIVÎSAND HAT SÎLKIRIN
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Tîpa F Hejmar 1 a Kocaeliyê dibîne di rojên beriya niha de bi pêkanîneke ku nehatiye dîtin re rû bi rû ma. Rayedarên girtîgehê ne hiştin ku di hevdîtina parêzeran de Yeksekdag belgeyên dosyayan bibîne, nîşe bigire û reqema faksê ya aîdî Koma Meclîsa HDP'ê ye ya li destê xwe nivîsî bû ji aliyê peywirdaran ve bi zorê hat sîlkirin. Li gorî agahiyên ji komîsyonê hatine girtin, Yuksekdag ku di bin zextên pîskolojîk a bi pergal de ye, dikare TV temaze bike û rojê 5 rojnameyan digire. Derbarê vê mijarê de hêjî tu astengiyek derneketiye holê.
DI HEVDÎTINÊ DE LÊGERÎN TÊ FERZKIRIN
Hat zanîn ku hucreyên nêzî Yuksekdag vala hatine hiştin, destûr nadin ku li girtîgehê peywendiyê bi kesekê re deyne û mafên wê yên derketina cihên hevpar tê astengkirin. Yuksekdag ji bo bi Parlamentera Mêrdînê Guler Yildirim re bîmîne daxwaznameyek da rayedarên girtîgehê lê ligel ku ev dmeke dirêje li ser re derbas bûye jî hêjî tu bersivek ne hatiye dayîn. Dema Yuksekdag derdikeve revîr û hevdîtinan her carê lêgerîn li ser tê ferzkirin.
NAME TÊN SANSURKIRIN Û DESTESERKIRIN
Daxwaza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku bi parlaneterê colemêrgê Abdullah Zeydan re li heman girtîhegê dimîne ya bi hevre mayînê ne hat qebûlkirin û îtîraza ji bo vê jî hat redkirin. Pirsên rojanemgeran ên ji bo Demîrtaş hatibûn şandin û bi nivîskî bersivdan hatibûn sansurkirin û ji rojanemgeran re hatibûn şandin. Nameyên Demîrtaş ên ji bo Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland û Komîserê Mafê Mirovan ê Konseya Ewropayê re nivîsandine ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatin destserkirin.
HEMÛ HEVDÎTIN TÊN QEYTKIRIN
Hat diyarkirin ku hemû hevdîtinên hevserok û parlamenteran ên bi parêzeran re bi kamereyan tên qeydkirin.
JI QANÛNA BINGEHÎN DENG DERNAKEVE
Ji ber girtina hevserok û parlamenteran di 17'ê Mijdarê de bi takekesî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn hatibû dayîn. Ligel ku hat xwestin serlêdan pêşiya her tiştî bêgirtin jî li ser serlêdanê re mehek derbas bû hêjî biryarek derneketiye.