ENQERE - Serokatiya TBMM'ê pêşnûmeya qanûna bingehîn a ji 21 madeyan pêktê û bi hevkariya AKP û MHP'ê hatiya amadekirin ji Komîsyona Qanûna Bingehîn re şand.
Pêşnûmeya qanûna bingehîn a ji 21 madeyan pêktê û bi hevkariya AKP û MHP'ê hatiya amadekirin ji aliyê Serokatiya TBMM'yê ve ji Komîsyona Qanûna Bingehîn re hat şandin.
Di pêşnûmeyê de tê xwestin ku hikmê "kesê ku wekî serokomar tê hilbijartin divê têkiliya wî ya bi partiya wî ya siyasî re bê birîn" ji nava qanûna bingehîn bê rakirin cih digere. Di pêşnûmeya ku têde fermana qedandina parlamentoyê dide serokomar, meqamê serokwezîr û lijneya wezîran ji holê radike, ji makanîzmaya "serokomarê xwedî partî", "alîkarê serokomar", "biryarnameya serokomar" û "rêveberiyên serokomar" pêk tê.
Di pergala kut ê xwestin de, dê serokomar bikari be tayîna wezîran bike û dawî li parlamenterên di nava TBMM'ê dene û hatine hilbijartin bîne. Serokomar dê bikaribe ji derveyî meclîsê jî wezîran tayîn bike.