Atici yê CHP'î: Gotina 'Dewleta nû' îtîrafa AKP'ê ye

MÊRSÎN - Parlamenterê CHP'ê yê Mêrsînê Aytug Atici, diyar kir ku gotina Parlamenterê AKP'ê ya Ayhan Ogan a "Em dewletek nû ava dikin" gotina rêveberên AKP'ê yên asta jor ku xwestin bêjin û negotin e. Atici, anî ziman ku ev îtîrafek aşkere ye û maskeya AKP'ê bi vê gotinê ketiye.

Parlamenterê CHP'ê yê Mêrsînê Aytug Atici, geşedanên siyasî yên li Tirkiye, rewşa OHAL'ê ya li Tirkiye, polîtîkayên AKP'ê nirxand.

Parlamenter Aytug Atici, ewil bal kişad ser gotina Wezîrê Dadê ya "Dê OHAL tenê 3 mehan bidome. Heta 3 mehan jî berdewam nake. Em dizanin em çi dikin." û wiha got: "Hem OHAL'ê zêde dikin. Hem jî li her derê OHAL'ê diparêzin. AKP soz dak u dê di 3 mehan de OHAL'ê xelas bikin. Li gorî feraseta me soz namûs û şeref e. Ez li şeref û namûsa xwe xwedî derdikevim û mafê min heye ez vê yekê ji Wezareta Dadê jî bixwazim. Ji ber vê yekê dixwazim demek berî demekê OHAL'ê rakin.

'JI BER OHAL'Ê 20 KESAN ÎNTÎHAR KIR

Atici, anî ziman ku ji ber pêkanînên OHAL'ê herî kêm 20 kesan întîhar kir û wiha got: "Bi hezaran mirov bê heq ji kar hatin avêtin. Bi hezaran mirov hatin girtin. Hikûmetê OHAL a darbeya sivîl ku 20'ê Tîrmehê xist meriyetê Tirkiye bi rêve bir. Gotin dê 3 mehan biqedînin, lê pir bi xweşiya wan çû. 13 mehin didome. Bi behaneya 'FETÖ' OHAL'ê dirêj dike, lê mirovên masum davêjim girtîgehê û mexdûr dikin.

DEMA DEWET DADIRIZÎNE DIVÊ ADÎL TEV BIGERE

Atici, bal kişand ser polîtîkayên cilên yek reng û wiha got: "Dema dewlet mirovan dadirizîne divê adîl tev bigere. Ger ku ne wisa be ev yek dê ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa paşve vegere. Mirovek çiqas sucdar be jî nikare li dijî nirxê mirovahiyê nêzîk bibe. Nikare bi awayekî keyfî cilên yek reng li wan bike.

'ÎTÎRAFA AŞKERE YE'

Atici, bal kişand ser gotina Endamê MYK'ê yê AKP'ê Ayhan Ogan a "Em dê dewletek nû ava bikin" û wiha got: "Ev îtîrafa Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan e. Kesê ev gotin gotiye ne kesekî ji rêzê ye. Ogan gotina kesên jora xwe gotiye. Gotina kesên jor ku dixwestin bêjin wî gotiye. Li aliyekî kêfxweşiyê dide, li aliyekî jî xemgîniyê. Welatiyên ku dengê xwe didan AKP'ê û digotin dê AKP tişta baş bike bawerim dê êdî hişyar bibin. Piştî vê gotinê nêda AKP'ê aşkere bûye. Ev îtîrafa dewletek nû ava dike ye. Komara Tirkiye bi şerê kurd, tirk, elewî û hemû hevparên Tirkiye hat avakirin. Niha vê dewletê tune dihesibîne û dibêjim em dê dewletek nû ava bikin ev xemgîn dike.

Atici, pirsên AKP li vî welatî teşkilata polîsên xwe ava dike? Li gorî hişmendiya xwe artêşa xwe ava dike? Li gorî xwe leşkeran ji nûve rêz dike? Li gorî felsefeya jiyana xwe meclîsek nû ava dike? Ji bo AKP hişmendiya xwe dîne holê dewlet ji aliyê yek kesî ve tê birêve birin? Hemû tişt ji aliyê yek mirovî ve tê birêvebirin? AKP li gorî feraseta xwe pergala darazê ava dike? Ger ku bersîvana erê be we demê hewesa avakirina dewleta nû heye. Lê bê guman ev hewes û kelecan dê di qirika wan de bimîne. Em ji bo dewleta laîk, demokratîk, hiqûq û civakî biparezin tiştekî ku em feda nekin tune ye.