ENQERE - Berdevkê HDP’ê Ayhan Bilgen, têkildarî daxuyaniya hikûmetê ya ‘Tolhildanê’ ya piştî êrîşa bombeyî ku li Beşiktaşê pêk hat, got: “Ma tolhildana we ev ?” Bilgen, ji bo guhertina Qanûna Bingehîn ku pêşkêşî meclîsê kir jî got "Erdogan heta mirinê dixwaze Serokomar be”
Lijneya Rêveber a Navendî ya HDP’ê têkildarî operasyona li dijî endam û rêveberên wan, li avahiya Giştî ya HDP’ê civîn pêk anîn. Berî civînê Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen civîna çapemeniyê pêk anî.
JIYANA MIROVAN DIKIN ARMACA KOLTUKA XWE
Bilgen, di destpêkê de êrîşa li dijî polisan li Bekîştaşê pêk hat nirxand û wiha got: “Li gel ku me di saetên pêş de daxuyanî da û me ev êrîş şermezar kir jî dîsa partiya me kirin hedef. Ger ku daxuyaniya me ya şermezarkirinê di çapemeniyê de cih negirtibe, ev nîşan dide ku li ser çapemeniyê zextên zêde hene. Kar û peyvira siyasetê ne tenê daxuyaniyên şermezarkirinê ne. Erk û peyvira siyasetê ewlehiya canê her kesî bigire ye. Kesên aqil û fikrên wan tenê li ser avakirina pergala Serokdewletbûnê be, kuştina mirovan ji bo xwe dikin armanc. Ger ku jiyana mirovan dikin qurbana koltukên xwe wê demê ev yek nayê qebûlkirin.
TOLHILTAN EV E?
Bilgen, bal kişand ser daxuyaniyên hikûmetê yên “tolhildanê” û operasyonên li dijî partiya xwe û wiha berdewam kir: “Piştî daxuyaniya hikûmetê ya ‘Talhildanê’ operasyona li dijî partiya me feraset û armanca wan nîşan dide. Hêj avahiya rêxistina me ya li Stenbol di bin dorpêçê de ye. TOMA xistine ber derî.Destûr nedan hevalên me têkildarî mijarê daxuyanî bidin. Destûr nadin wekîlên me jî têkevin hundirê avahiyê. Ger ku polîs li avahiya partiyekê û odeya hevserokekî nivîsan binivîse ev tê çi wateyê? Gelo armanc û qesta we ya tolhildanê ev e?
DI ROJEKÊ DE 237 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Bilgen, têkildarî operasyonê jî agahî dan û wiha got: “Di operasyonên li dijî endam û rêveberên me de li Stenbolê 19, li Edeneyê 23, li Mêrsînê 54, li Enqereyê 16, li Manîsayê 3, li Îzmirê 5, li Colemêrgê 2, li Dîlokê 30, li Qeyseriyê 15 û li Rihayê 100 kes hatine binçavkirin. Bi giştî 237 kes hatin binçavkirin. Ji 22’ê Tîrmeha 2015'an heta niha 7 hezar û 432 endam û rêveberên me hatin binçavkirin û parlamenter, hevserok û rêveber jî di navde 2 hezar û 345 kes hatin girtin.
ERDOGAN DIXWAZE HETA MIRINÊ SEROKOMAR BE
Bilgen, bal kişand ser pêşnûmaya Qanûna Bingehîn ku MHP û AKP’e anî rojeva meclîsê jî û wiha got: “Bi vê pêşnûmayê dixwazen peyvira Serokomar bikin 10 sal. Rê li pêş hilbijartinan digirin. Erdogan dixwaze heta mirinê Serokomar be.”
Bilgen, bal kişand ser niqaş û hevdîtinên butçeya 2017’an jî û wiha got: Piştî vê êrîşê me xwest navber bidin niqaşan. Lê niha dixwazin bi lezgîn van guhertin û pêşnûmeya butçeyê bê niqaş û bê şirove di meclîsê re derbas bikin. Dixwazin rê li pêş dîktatorî û rejîma serdestiyê vekin. Me xwest navber bidin niqaşan û niqaş bi kûr û fireh pêş bikevin. Lê ev daxwaza me hat redkirin.
Bilgen, têkildarî tenduristiya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selehattîn demîrtaş jî agahi dan û wiha got: “Berê Demîrtaş nexweşiya dil derbas kiribû. Li gel kum e raparên vê yekê dan jî têkildarî tenduristiya Demîrtaş tu gav nehatin avêtin. Me xwest doktorêkî pispor biçe li wir tenduristiya Demîrtaş lêkolîn bike û derman bike. Em dê serî li Yekîtiya Tabkîban bidin.