Prof. Dr. Yokuş: Hêla otorîter a Qanûna Bingehîn a 82'yan tê berçavkirin

STENBOL - Huqûqnasa qanûna bingehîn Prof. Dr. Sevtap Yokûş Veznedaroglû diyar kir ku, bi guherîna tê plankirin re, dixwazin hêla otorîter a Qanûna Bingehîn a 1982'yan berçav bikin û wiha got:"Ya îro tê kirin, di îstîkqameta hedefa 12 Îlonê de yanî dixwazin otorîteyê hêzdartir bikin. Wê ji bilî kûrkirina naveroka Qanûna Bingehîn a 1982'yan pêvtir tu encamê nede."

Hîndekara Beşa Huqûqa Qanûna Bingehîn a Zanîngeha Kemerbûrgaza Stenbolê Prof. Dr. Sevtap Yokûş Veznedaroglû, pakêta qanûna bingehîn a berpêşî Lijneya Giştî ya TBMM'ê hat kirin û tê payîn wê di rojên pêş de hevdîtinên wê pêk bên û nemaze jî maddeya vê pakêtê ya "Pergala Serokatiyê"nirxand.

Yokûş dest nîşan kir ku, divê qanûneke bingehîn a nû hedefa wê aşitiya civakî û jiholêrakirina hemû neyîniyên qanûna bingehîna heyî be. Yokûş got, "Ji ber vê yekê ya mecbûr ew e ku, divê li şûna naveroka qedexekar, înkark, parçeker; azadîxwaz, ji bo hemû cihêtiyan vekirî, temamker be" û anî ziman ku, bi vî awayî bersiavdnina pirsa, "Qanûneke bingehîn a çawa?" ji bo qanûneke bingehîn a nû pêşmercek e. Yokûş wiha domand:"Divê hemû welatî ne di ser; dîn, ziman, nîjad û hwd. bi dewletê re bên têkildarkirin; divê bi pêwenda siyasî bên têkildarkirin û her wiha diyarkirina pênaseya welatîbûyîna wekhev ji qanûneke bingehîn a demokratîk î nû tê bendewarkirin."

'PÊŞMERC ZEMÎNA DEMOKRATÎK E'

Yokûş anî ziman ku, di vê pêvajoya ku Tirkiye tê de ye, lêgerîna li qanûneke bingehîn a nû, tê wateya beranberiya lêgerîna qanûna bingehîn a li civakên dabeşkir û balê kişand ser van xalan:"Li vir rêbaza herî hêsan; di atmosfera siyasal a demokratîk a ku wê bê afirandin de, ew e ku lihevkirin di radeya herî jor de be û di merheleya rêgezan de diyarkirina xetên sereke ya qanûneke bingihîn a nû ye. Pêşmerca vê jî, zemînekî demokratîk û ji pevçûnan xalî bi xwe ye. Bivê nevêyên qanûneke bingehîn a demokratîk diyar in."

'PÊWENDA PERGALA HIKÛMETÊ BI DEMOKRASIYÊ RE TUNE YE'

Yokûş nîşan da ku, divê ji qanûneke bingehîn a nû bendewarî demokratîkbûyîna wê be û wiha axivî:"Pêşî divê vê bendewariya ji qanûna bingehîn bê zelalkirin, heye yan na. Lêgerîna qanûneke bingehîn a demokratîk, ji qada maf û azadiyan û ji rêgezên demokratîk tê destpêkirin. Yekser pêwenda pergala hikûmetê (wek rejîma serokatiyê) bi demokrasiyê re tune ye. Pergala hikûmetê, bi hevsenga qanûnçêkirin-birêvebirinê re eleqedar e û her wiha têkildarî feraseta rêveberiyê ye. Halbûkî ji bo demokrasiyê, tewereya (eksena) sereke ew e ku, gel bêtir mudaxilî rêveberiyê bê kirin. Ji ber vê yekê, mînak mijarên wek xweseriya herêmî, şefafiya rêveberiyê yekser têkildarî demokrasiyê ne."

'NÎQAŞÊN TÊN KIRIN WÊ QANÛNA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK DERNEXÎNE HOLÊ'

Yokûş dest nîşan kir ku, nîqaşên pergala serokatiyê yên bi tena serê xwe, wê li Tirkiyeyê piştevaniya demokrasiyê û pêşketina qanûneke bingehîn a demokratîk neke, bereksê vê wê berberîbûnê gurtir bike û got, di mijara bendewariyên ji qanûna bingehîn a nû vegera tewereya sereke ye, pergala hikûmeta hevsenga qanûnçêkirin-birêvebrinê di xwe de dihebîne û mijara serokatiyê jî, divê binbeşeke qanûna bingehîn a nû be û bi vî awayî bê nîqaşkirin.

Yokûş anî ziman ku, di çarçoveya lêgerîna otorîteyê de nîqaşên qanûna bingehîn ên tên kirin, eşkere ye ku wê qanûna bingehîn a demokratîk dernexîne holê.

‘DIVÊ DEMOKRATÎKBÛYÎN DI PÊVAJOYA AMADEKARIYÊ DE BÊ DESTPÊKIRIN'

Yokûş dest nîşan kir ku, di amadekariyên qanûneke bingehîn de divê demokratîkbûyîn di pêvajoya amadekariyê de bê destpêkirin û ragihand ku, di vê pêwendê de, di pêvajoya amadekariyê de ji bo demokratîkbûyîn pêk bê di unsûrên bingehîn hene. Yokûş her du unsûrên bingehîn wiha rave kir:"Divê azadiya îfadekirinê bê kêmasiyî pêk bê û divê derfeta temsîlê di asta herî jor de bê afirandin. Heke spartian qanûna bingehîn a vê temsîlê, her du unsûrên bingehîn pêk tîne. Bi kurt û kurmancî, heta bi rêya azadiya îfadekirinê beşdarbûyîna siyasal a berfireh pêk neyê, wê ji bo qanûna bingehîn pêvajoya amadekariyê xwe nede der. Di amadekariya qanûneke bingehîn a demokratîk de, rêbaza çêkirinê mecbûr e demokratîk be."

'HÊLA OTORÎTER A QANÛNA BINGEHÎN A 82'YAN TÊ BERÇAVKIRIN'

Yokûş dest nîşan kir ku, ji bo qanûneke bingehîn a demokratîk, pêdivî bi nêvengeke demokratîk heye û diyar kir ku, Awayê rêveberiya di ser Rewşa Awarte (OHAL) û Biryarnameyên di Hukmên Qanûnan de (KHK) tê pêşvexistin otorîter e û rêveberiyeke ku azadiyan dihilawêse. Yokûş diyar kir ku, ji ber vê yekê qanûneke bingehîn a wê li nêvengeke nedemokratîk bê çêkirin jî, wê xizmeta demokrasiyê neke. Yokûş pirsek wiha kir, "Ya tê plankirin qanûneke bingehîn aresteqîn e yan jî mewzû bahîs guherîna rejîmekê ye?" û ev pirs wiha bersvand:"Helbet bi awayekî tam em nizanin çi tê plankirin. Lê belê, eşkere ye ku ber bi wê otorîteriya ku Qanûna Bingehîn a 1982'yan hedef kiriye ve diçe û dixwazin hêla otorîter a Qanûna Bingehîn a 1982'yan berçav bikin."

'WÊ JI BILÛ KÛRTIRKIRINA QANÛNA BINGEHÎN A 82'YAN PÊVTIR TU ENCAMEKÊ NEDE'

Yokûş anî ziman ku, Qanûna Bingehîn a 1982'yan naverokeke hêzdarkirina otorîteyê û tengkirina azadiyan diguhezîne û wiha got:"Di nîqaşên demên dawî de, lêgerîna qanûneke bingehîn a bereksê vê naverokê derdiket pêş. Ya îro tê kirin, di îstîkqameta hedefa 12 Îlonê de yanî dixwazin otorîteyê hêzdartir bikin. Wê ji bilî kûrkirina naveroka Qanûna Bingehîn a 1982'yan pêvtir tu encamê nede. Tê wateya kirpandina ruhê otorîter ê Qanûna Bingehîn a 1982'yan."

‘DI NÊVENGA PEVÇÛNÎ DE QANÛNA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK NEPÊKAN E'

Yokûş herî dawî dest nîşan kir ku, di vê serdema ji nû ve vegera li nêvenga pevçûnî pêk hat de, azadiya îfadekirinê hatiye tengkirin û parelelî vê şert û mercên siyasî nîşan dide ku, çêkirina qanûneke bingehîn a demokratîk ku wê ji bendewariyan re bibe bersiv nepêkan e.

Yasîn Kobûlan / dîhaber