ENQERE - Serokê Meclîsê Kahraman, ji bo civîna 10.00'an bang li Serokwekîlê Komê yên partiyan kir. Serokwekîlên Koma HDP'ê yek li girtîgehê ye yek j idi bin çavan de ye.
Serokê TBMM'ê Îsmaîl Kahraman, ji bo civîna partiyan a li Meclîsê ya saet di 10.00'an de bang li Serokwekîlên Komên partiyan kir.
Herdu Serokwekîlên Koma HDP'ê dê nikaribin tevlî civînê bibin. Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdrîs Baluken li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 a Kandirayê tê girtin û Çaglar Demîrel jî şevê din li Enqereyê hat binçavakirin û birin Midûryeta Polîsan a Amedê.
Hat diyarkirin ku Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê û Serokwekîla Meclîsê Pervîn Buldan û parlemterên ku dê HDP diyar bike tevlî civînê bibin.