ENQERE - Wezîrê berê yê AKP'î Ertugrul Gunay, diyar kir ku AKP'a ku her cure tifaqî belavkirin bi salan wek koalîsyonekê tevgeriya û wiha got: "Li hemberî koalîsyona netewperest ji bilî têkoşîna hevpara a hêzên demokrasiyê pêvtir tu alternatîf tune ye."
Wezîrê berê yê AKP'î Ertugrul Gunay, ji bo dîhaberê geşedanên siyasî û lêgerînên ji bo têkoşîna hevpar nirxandin. Gunay ku 6 salan di AKP'ê de siyaset kir, diyar kir ku her diçe AKP dejenere dibe û wiha got: "Li Tirkiyeyê têkoşîna siyasî êdî di nav pîvanên makezagonî û huqûqî de di nav partiyên siyasî de ji şiklê pêşbaziyekê derket. Partiya ku ev 15 sal in îktîdar e bi taybetî di serdema 2013/2014'an û piştî wê de wek îktîdarên din dejenere bû. Veguherî avaniyeke dijdemokrasiyê, otorîter." Guney, dest nîşan kir ku îktîdara AKP'ê ji destpêkê ve wek koalîsyonekê tevgeriyaye, lê belê tim jî hemû tifaqên li dij xwe jî xera dike û wiha domand:
“Îro îktîdar di warê vegotinên tifaq/piştevanî hwd. de dijberên xwe bi awayekî tund û giran tawanbar dike. Çimkî, dizane ku vegotina hevpar a partî û derdorên cuda di civakê de sînerjiyekê diafirîne. Hewl dide vê yekê asteng bike. Halbûkî AKP jî ji destpêkê ve li gor pêdiviyên serdemê bi tifaqên ku çêkir hat roja îro. Ji dema avakirinê heta hilbijartinên 2011'an ji bo nûnerên partiyên rastgir, lîberal û demokrat deriyê xwe vekirî dihişt û heta Serokatiya Meclîsê jî di nav de di şibhê koalîsyoneke ku peywirên girîng dide de bû. Piştî 2013'an bi polîtîkayên xwe yên nû vê carê bi derdorên netewperest re tevkarî kir. Her çendî navê wan biguhere jî her tim bi derdorên olparêz re tevkariya xwe domand. Bi kurt û kurmancî hevkar cuda bin jî, koalîsyona di îktîdarê de didome."
Gunay, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê niha di navbera alîgirên demokrasî û dijberên wê de têkoşîneke mezin heye û ev yek têkoşîna di navbera partiyên edetî de derbas kiriye, lê bûye pirsgirêkeke ku divê bê çareserkirin. Gunay wiha got: "Niha ji bo pêşerojê ya ku divê bê kirin ew e ku li Tirkiyeyê demokrasî û huqûq bê peyda kirin. Ev yek jî ne karê partiyekê tenê ye. Ji ber vê divê sazî û dezgehên ehlê demokrasiyê bi piştevaniyî tevbigerin."
Gunay wiha domand: “Di siyaseta Tirkiyeyê de tifaqî/tevkarî/piştevanî zaf lawaz e. Heta niha di vê qadê de di hin hilbijartinên giştî de tifaqî hat ceribandin, lê encamên wê bi başî nayên bibîranîn. Lê ya ku niha pêdiviya me pê heye ne tifaqiyeke hilbijartinê ye; pêdiviya diyarkirina hedefeke siyasî ya hevpar e. Di vê hedefa siyasî de her kes wekhev, di warê îfadekirin, maf û azadiyan de her kes wek hev e û avakirina dewleteke demokratîk û huqûqê tê de ye. Her kes di partiya xwe de dikare ji bo Tikriyeyek demokrat, wekhevîxwaz, aştîparêz û piralî di nav yekîtiya vegotinê de be. Bi vê yekîtiyê hêzdarî dertê holê. Ji bo vê 16'ê Nîsanê mînak e.
Pirsgirêka sereke ew e ku kesên dibêjin em li Tirkiyeyê demokrasiyê diparêzin, a rast piraniya wan 'ji bo xwe demokrat' in. Dema her kes bi çavekî hasimî li yên derdora xwe binihêre, wê çaxê di warê qûndaxkirina vê hisûmetê de karê îktîdarê rihetir dibe. Li Tirkiyeyê partiyên siyasî û derdorên ku demokrasiyê diparêzin heke li ser esasê huqûq û mafên mirovan ên gerdûnî, demokrasiyê, wekhevî, azadî û piştevaniyê huqûqeke bingehîn a nû xêz bikin dê ev kar û bar hêsantir bike."
LÊGERÎNÊN TÊKOŞÎNA HEVPAR DÊ NAMZETÊ HEVPAR JÎ DIYAR BIKE
Gunay, der barê hilbijartina 2019'an de jî wiha got: "Pêşî ya divê bê kirin ew e ku mirov vîzyoneke aştiyane deyne pêşiya Tirkiyeyê." Gunay diyar kir ku dê xebateke bi vî rengî namzetê hevpar jî derxîne holê û wiha domand: "A rast ji bo namzetiya serokomartiyê divê li mirovekî xwedî keramet neyê gerîn. Divê namzet di jiyana xwe de tim di warê dewleta huqûq û demokrasiyê de bi dirustî tevgeriyabe û hemû wesfên wî baweriyê bidin civakê û xwedî tecrûbeyeke siyasî be." Gunay, diyar kir ku ji bo lêgerîna têkoşîna hevpar a muxalefetê di warê demê de lukseke muxalefetê tune ye û ji bo îhtimalên hilbijartina pêşwext jî ev tişt gotin:
“Xebateke hevpar a bi vî rengî dibe ku zemîna piştevaniyê çêbike. Ji bo vê yekê divê dem baş bê bikaranîn. Dîroka hilbijartina li pêş me nediyar e û dibe ku ji nişkave bê. Îktîdar ji bo xwe kîjan wextê guncan bibîne dê doza hilbijartinê bike. Hilbijartina serokomartiyê ya li pêşiya me di warê parastina demokrasiyê de keysa dawîn e. Heke ev keys bi awayekî baş bê bikaranîn dibe ku Tirkiye ji nû ve vegere dewleta huqûq û demokrasiyê, lê heke bi hesab û kîtabên partiyî bê ziyankirin dê hebûna me, yekîtiya me ber bi nediyariyeke mezin ve biçe."