ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku giritye, derbarê tiştên ku di demên dawî de tên jiyin peyamek şand û wiha got: "Siyaseta demokratîk û aştî riya me ye."
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê giritye, derbarê bûyerên dawî tên jiyin de û operasyonên li dijî HDP'ê de peyamek şand. Di peyama ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê ve hat ragihandin de Demîrtaş wiha got: "Siyaseta demokratîk û aştî riya me ye."
Peyama Demîrtaş wiha ye:
“Di demên dawî de li dijî rêveber, endam û parlamenterên HDP'ê yên bajar û navçeyan de binçavkirin zêde bûne. Divê destpêkê de bibêjim ku binçavkirin û girtin ne hiqûqî ne. Divê hevalên me bên berdan. Îktîdar bi operasyonên li dijî HDP'ê dixwaze tengbûna xwe derbas bike. Em ê destûr nedin ku berpirsyariyê bavêjin ser me û em ê vê napejirînin. Di mijara şermezarkirin û serdeçûna êrîşan de tu teredutên me tune ne. Bi hedef nîşandan, binçavkirin û girtinan îktîdar dibêje me berpirsyar giritne bila îpat bike ku em berpirsyarin em ê di cih de îstîfa bikin. AKP berpirsyarê siyasî yê van teqîna ne. Divê li parlamentoyê û hemû cihên din hesabê bide. Divê pêşiya wan bê girtin. Yên ku welat bi vî rengî rêvedibin ewin. Em di sayaseta demokratîk de bi awayekî bihêz israr dikin. Bi siyaseta demokratîk pirsgirêk tên çareserkirin. Divê siyastmedar bi meclîsê re bixebitin û çareseriyê ava bikin. Bi bêhêzhiştina meclîsê pirsgirêk nayên çareserkirin. Siyaseta demokratîk û aştî riya me ye em di vê mijarê de bi biryarin. Em ê ji helwesta xwe tu tawîzan nedin."