STENBOL- Serokê Yekîtiya Weşanger û Pirtûkfiroşan a Almanan Alexander Skîpîs anî ziman ku, îdareyên totalîter bi astengkirina azadiya îfadekirinê re li ber îfadekirina civakê dibin asteng û wiha got: “Em dikarin bibêjin ku, li Tirkiyeyê jî kesayetiyeke otorîter a ku hemû azadiya îfadekirin û çapemeniyê diçewisîne heye.”
Di 14’ê mijdarê de ji bo Gerînendeyê Weşana Giştî Zana Kaya, Gerînendeyê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya û endamên Lijneya Şêwirmendiyê ya Weşanê Nivîskar Asli Erdogan û Zimannas Necmiye Alpay ên rojnameya Ozgur Gundemê ku girtî ne, li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê “Nobeta Azadiyê” hat lidarxistin. Nivîskar û weşangerên Alman jî wek heyet beşdarî vê nobetê bûn. Serokê Yekîtiya Weşanger û Pirtûkfiroşan a Almanan Alexander Skîpîs ê di nav heyetê de cih digirt, têkildarî polîtîkayên çewisandinê yên li Tirkiyeyê ji dîhaberê re axivî.
'DIVÊ AZADIYA ÎFADEKIRINÊ NEYÊ BIN PÊ KIRIN’
Skîpîs got, ew girtina rewşanbîran wek “felaketeke tirnas” dibîne û wiha got: “Ez wek Serokê Yekîtiya Weşanger û Pirtûkfiroşan a Almanan tenê ne ji bo Asli Erdogan û Necmiye Alpay, dixwazim hemû rojnamger û nivîskarên girtî serbest bên berdan. Çimkî, divê azadiya îfadkirinê bi vî awayî neyê binpêkirin.”
‘EM JI BO AZADIYA ÎFADEKIRINÊ DIXEBITIN’
Skîpîs da zanîn ku, piştî êrîşên DAIŞ’ê yên li Fransayê wan xebatên xwe yî der barê azadiya îfadekirinê zêde kirine û di vê berekê de sempozyûm, nîqaşan li dar dixin. Skîpîs wiha domand: “Tenê ne ji bo Fransa û Tirkiyeyê, li hemû cîhanê em xebat û sempozyûmên xwe yî ji bo îfadekirina azadiyê didomînin. Di heman demê de, li Rûsya, Macarîstan, Polonya, Katar û Suûdî Erebîstan ên azadiya îfadekirinê li wan hatiye binpêkirin jî em xebatan dimşînin.” Skîpîs gotinên Serokomar Recep Tayyîp Erdoganî yên “Di tu serdemê de Tirkiye evqas azad û aram nebûye” jî wek “komedî” şîrove kir.
'REJÎMÊN TOTALÎTER AZADIYA ÎFADEKIRINÊ ASTENG DIKIN’
Skîpîs ê ku got, “Wek almanekî ez dixwazim hûn li min biborin. Çimkî mînaka rastiya dîrokî ya Almanyayê, Serdema Naziyan, ew mînaka barbariyê ye ku li tu deverê cîhanê tune ye” û rewşa Tirkiyeyê ya niha şiband Serdema Naziyan. Skîpîs anî ziman ku, îdareyên totalîter bi astengkirina azadiya îfadekirinê re li ber îfadekirina civakê dibin asteng û wiha axivî: “Em dikarin bibêjin ku, li Tirkiyeyê jî kesayetiyeke otorîter a ku hemû azadiya îfadekirin û çapemeniyê diçewisîne heye.”
'WÊ XEBATÊN ME BIDOMIN’
Skîpîs dest nîşan kir ku, wê xebatên wan ji bo hemû rojnamger, xwediyên weşanxaneyan û nivîskarên girtî bidomin û wiha got: “Li qada navnetewî di vê mijarê de bi partnerên me re xebatên me didomin. Me li Pêşangeha Pirtûkan a Frankfûrtê yekîtiyek ava kir. Wê bi hevpariya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, PEN û gelek weşanxaneyan xebatên me bi platformekê bidomin.”