Rusya û Tirkiye li ser Heleb û Babê li hev kirin

HALEB - Rêvebera Asayişa Helebê Bêrîvan Abdo, têkildarî polîtîkayên Tirkiye yên li ser Helebê û geşedanên li herême diyar kir ku Tirkiye û Rûsyal li ser Heleb û Babê li hev kirine. Ebdo, anî ziman ku komên ku Heleb vala kirine Komên piştre ketine Helebê û kesên birindar in. Ebdo, destnişan kir ku herêmê wekî Hulok, Heyderiye, ŞêxXidir, ŞêxFaris, Bustunbaşa û Saxur ên wan piştre ji destê çeteyan rizgar kirine, mirov bêtir di ewlehiye de ye û wiha got: "Heta niha malbatekê jî ev herêm vala nekiriye. Dijberî vêyekê mirov bêtir xwe li vir di starê de dibînin. Mirovên li herêma Kelasê û Selahaddinê ku di destê rejîmê dene, jibo starê tên herêma me. Em wan dixin bin ewlehiyê.

Rêvebera Asayişa Helebê Berivan Ebdo têkildarî polîtîkayên Rûsya û Tirkiye yên li ser Heleb û Babê û geşedanên li Helebê pêş dikevin bi berfirehî nirxand. Ebdo, anî ziman ku li ser peymana di navbera Rûsya û Tirkiye de komên ku piştre ketine Helebê pêl bi pêl ji Helebê derdikevin. Ebdo, diyar kir ku Rusya li hemberî Helebê Bab ji çavê xwe derxistiye û Heleb û Bab di nava xwe de parve kirine. Ebdo, destnişan kir ku Tirkiye, Rusya Sûriye û Emerîka di nava xwe de îtîfak çêkirine û li ser îtîfakê kom ji Helebê derdikevin. Rusya û Tirkiye li hev kirine û komên çeteyan yên ji Helebe derdixin dişînin herêma Babê. Dixwazin hêza şer li herêma Babê zêde bikin û wiha got: "Hedefa sereke dixwazin komên çeteyan li Babê bi cih bikin. Rusya ji bo Helebê Bab ji çavê xwe derxistiye."

KOMÊN ÇETEYAN JI HELEBÊ NEHATINE PAQIJKIRIN

Ebdo, anî ziman ku hêj hemû komên çeteyan ji Helebê nehatine derxistin û wiha berdewam kir. "Gelek kom di Helebê de hene. Hin komên dixwazin derkevin jî hene, hin komên naxwazin derkevin jî hene. heta niha nêzî 5 hezar kesên birindar û kom jî hene. Van kesan ji Helebê vala dikin û wan dişînin bajarê Îdlibê ku di destê Cebhet el Nusra de ye. Kesên ku xwestin bên herêma me destûr nedan. Niha herêmên Hulok, Heyderiye, ŞêxXidir, ŞêxFaris, Bustunbaşa û Saxur berê di destê çeteyan debûn. Dema DAIŞ ket vê herêmê di şevekê de 8 hezar û di şevekê de 4 hezar koçî herêma Şêx Meqsûd kirin. Lê piştî me ev herêm ji destê DAIŞ'ê rizgar kir, dîsa vegeriyan û niha xwe di starê de dibînin. Heta niha malbatek jî ji vir derneketiye. Bêtir xwe di ewlehiyê de dibînin."

Ebdo, anî ziman ku di êrîşa li dijî herêma Şêx Meqsûdê de 27 koman cih girt û taktîkê hemû koman ji hev cuda ne. Ebdo, bilêv kir ku nêzî 70-75 hezar mirov di qada parastinê de ye û wiha berdewam kir: Betir kesên herêma Kelasê û Selahaddin ên di kontrola rejîmê de ye xwe dispêrin herêma me û xwe li vir di starê de dibînin. Bêtir mirov dixwazin derbasî herêma me bibin.

BERÎ ŞER 5 HEZAR Û 200 MALBAT LI ŞÊX MEXSÛDÊ BÛN

Ebdo, daxuyand ku di serdema şer de 20-25 hezar mirov (5 hezar û 200 malbat li Şêx Meqsûdê bûn û li dervê herêma Şêx Meqsûdê jî 50 hezar mirov hebûn. Ebdo, da zanîn ku derfetên wan bi sinor in, lê dîsa alîkariya ji bo van mirovan berdewam dike û wiha got: "Dewlet pêdiviyên herêma Şêx Mexsûdê temîn nake. Ji ber vê yekê em li gorî derfetên xwe alîkarî dikin. Li 3 herêmean fabrîqe hene. li herêma Şiqeyfê 250-260 fabrîqe hene. Hem balafiran hem jî çeteyan zerar dane van fabrîqeyan. Fabrîqeyên herêma Şiqeyfê, yên herêma Eyntel û Bustunbaşa bêtir fabrîqeyên pembû, ta, tekstîl, bkoya û atolyeyên tekstîlê ne. Bêtir herema tekstîlê ye. Em dê ewlehiya wan bistînin û hewl didin heta Newrozê çalak bikin.
Di demên dawî de Tirkiye berê xwe dide herêma Efrînê. Li herêma Şêx İsa şerekî mezin pêk hat. Ger ku herêma ŞêxÎsa dagir bikirana. dê derbasî herêma TilRifat, DêrCimêl û Meryemînê dagir bikirana. Piştre dê derbasî herêma Efrînê bûbûna.

Ji ber vê yekê berê xwe dan Babê. Tirkiye xwest hêza xwe têxe Ezez û Meraa. Lê çeteyên herêmê planên Tirkiye xera kirin.

Abdurrahman Gok- dihaber