Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî salvegera komkujiya 19-26'ê kanûna 1978'an a li hemberî gelê elewî yê Mereşê daxuyanî da û diyar kir ku ev komkujî encama hişmendiya tekparêzî û înkarkirina gelan bû.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) tekildarî salvegera komkujiya elewiyên Mereşê daxuyaniyek nivîskî belavkir. KCD'ê di dakxuyaniya xwe de anî ziman ku di 19-26'ê kanûna 1978'an a li hemberî gelê elewî yê Mereşê komkujî pêk hatiye û ev komkujî encama hişmendiya tekparêzî û înkarkirina gelan bû. KCD'ê di berdewama daxuyaniyê de wiha got: "Ev hişmendiya tekparêzî û înkarker piştî vê komkujiyê li Çorumê, li Sêwazê, li Amedê, li Gaziyê, li Roboskiyê û par li Farqîn, Gever, Cizîr, Şirnex, Nisêbîn û gelek bajarên rêveberiya cewherî lê hatibûn îlankirin rûyê xwe yê qirêj derxist holê û komkujî pêk anîn.
ERDOGAN Û AKP JI BO ÎKTÎDARA XWE OHAL ÎLAN KIR
Erdogan û AKP ji bo îktîdara xwe ya faşîst bidomîne di bin navê OHAL'ê de di serî de li hemberî gelê kurd, li ser hemû şoreşger, demokrat û pêşketî komkujiyan ferz dikin. Erdogan û AKP ji bo îktîdara xwe ya tekparêzî û înkarkerî bidomîne, civakê wekî kurd-tirk, çepgir-rastgir, sunnî-elewî, misilman-nemisilman ji hev cuda dike û dike dijberên hev. Bi vê yekê hewl dide ser komkujiyên xwe bigire. Dest ji ronîkirina komkujiyan berdin, li gundê Terona Mereşê bi avakirina kampa ku çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê lê bi cih bikin, di destê wan amadehiya komkujiyeke nû li ser elewiyên Mereşê dikin.
YÊN CEWHERIYA GLEAN NAS NEKIN DÊ LI ROJHILATA NAVÎN WINDA BIKIN
Divê ev yek baş were zanîn bi kurd, tirk, elewî, suryanî û ermeniyan wekî li hemberî ev desthilatdariyê wê di têkoşîna aştî û azadiyê de israra xwe bidomîne. Yên ku cewheriya gelan a li Rojhilata Navîn nas nekin mehkûmî windakirinê ne. Wê hesabê ev tiştên ku kirine ji wan were pirsîn. Em wekî KCD'ê diyar dikin ku divê her kesê ku ji xwe re dibêje ez mirovim li hemberî ev rûreşiya Tirkiyeyê derkeve û ev yek peywira hemû kesên xwedî bi wijdan e. Ji bo komkujiyên mîna vê û yên nû neyên jiyîn divê em li hemberî van komkujiyan derkevin. Ji bo em ji vê hişmendiya komkujer re nebin zemîn li dijê derkevin û dengê xwe bilintir bikin.x
LI DORA TÊKOŞÎNA DEMOKRATÎK KOM BIBIN
Ji bo hemû komkujî bên ronîkirin, kujer bên darizandin û hemû qadên civakê bi reng û dengê xwe bi awayekî azad bijîn, em bang li her kesî dikin ku li dora têkoşîna demokratîk kom bibin û berxwedana we ya demokratîk bilintir bikin.