AMED - Parlementerê HDP’ê yê Amedê Ziya Pîr têkildarî êrîşên li dijî HDP’ê û dest nîşan kir ku bi operasyonan dixwazin HDP’ê li derveyî meclîsê bihêlin û wiha got: "Hûnê paşka stuyê xwe bixurînin."
Parlementerê HDP’ê ya Amedê Ziya Pîr, êrîşên li hemberî siyaseta kurd, girtin, binçavkirin û êrîşên li dijî avahiyên HDP’ê nirxandin. Pîr, diyar kir ku bi êrîşên li dijî HDP’ê dixwazin ku wan ji derveyî meclîsê bihêlin û polîtîkayên ku li heremê tê meşandin, ne yên çareseriyê ne û dê heta dawiyê li ber xwe bidin.
‘KOMA HDP’Ê DI GIRTÎGEHÊ DE YE’
Pîr, civîna Lijneya Ewlehiya Netewî ya 30’ê Mijdara 2014’an bi bîr xist û wiha got: "Biryara êrîşên li dijî siyaseta kurd bi heman civînê, bi biryara konsepta şer re hatiye girtin. Bi polîtîkayên li dijî siyaseta kurd rewşa Tirkiyê ber bi xeterê ve diçe û wiha axivî: “Karê Serokomar Erdogan û Wezîrê Karên Hundîr uleyman Soylû, tenê wek hedef nîşandana HDP'ê. Êrîşên li dijî HDP’ê û avahiyên wê, ji aliyê polîsên ku Soylû ew peywirdarkirine ve pêk tê. Tirkiye li Sûriyeyê têk çû, polîtîkayên wê yî li Başûr têk çûn, li hundir jî krîza aborî heye. Riya xelasbûnê jî di êrîşkirina li dijî HDP’ê de dibîne. Yên ku ji polîtîkayên hikûmetê nerazî ne, dixwazan wan di ser me re îkna bikin."
'WÊ PAŞKA STUYÊ XWE BIXURÎNIN'
Pîr, est nîşan kir ku bi pergala serokatiyê dixwazin dîktatoriyê ava bikin û wiha domand: “Ji ber vê yekê dixwazin HDP’ê bêdeng bihêlin. Di salekê de 3 hezar endam û rêveberên me hatin girtin. Armanc ew e ku HDP’ê li derveyî meclîsê bihêlin. Lê wê paşka stuyê xwe bixurînin. Dixwazin bîrdoziya yekhêz ava bikin û navê vî ji faşîzm e. Em jî li dijî faşîzmê têdikoşîn. Êrîşên li meclîsê li dijî me jî pêk tên, girêdayî êrîşên li welat pêk tên bi xwe ye. Çawa ku ji derve êrîş li dijî HDP’ê hene, heman êrîş li meclîsê jî hene.”
‘BIRYARA GIRTINÊ JI ENQERÊ TÊ DAYÎN’
Pîr,bi bîr xist ku derbarê 55 parlementeran de fezleke hatiye amade kirin û wiha domand: “Binêrin Wezîrê Dadê daxuyaniyên derew dide. HDP’î ne ji ber neçûna dadê hatine girtin. Herî dawî Serokwekîla Koma HDP’ê Çaglar Demîrel û Parlementera Sêrtê Besîme Konca bi awayekî skandal hatin girtin. Dozger û dadger jî girtina parlementeran naxwazin. Bi biryara wezîrên hikûmetê di bin zordestiyê de biryarê didin. Fermana girtinê ji Enqere yê tê dayîn û dadgeh jî biryarê dixwîne. Bila tu kes ji vê şanoyê bawer neke.”
‘LI TIRKIYEYÊ ÇAPEMENÎ DI NAVA HEWZÊ DE FETISANDIN’
Pîr anî ziman ku, çapemeniya hewzê xwe bi temamî winda kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Binêrin Ahmet Hakan ji aliyê kesên din ve tê birêvebirin. Ji min re dibêje ‘Ji TAK’ê re bêje terorîst, ez ê te derxim bernameya xwe’. Heman gotinê beriya salekê ji Tahîr Elçî re gotibû. Çawa ji Elçî re bû tetîkçî, heman rê û rêbazê dixwaze dûbare bike. Çapemeniyên din jî wekî rêxistinên AKP’ê tevdigerin. Li Tirkiyeyê çapemenî di nava hewzê de fetisandin. Çapemenî xwe winda kiriye.”