Arslan: Dengdêrên AKP’ê jî ji van polîtîkayan ne razî ne

AMED - Aligirê Hevserokê Giştî ya DBP’ê Mehmet Arslan polîtîkayên hikumetê yên li dijî siyaseta kurd nirxand û got, li herêmê dengdêrên AKP’ê jî ji polîîtkayên AKP’ê nerazî ne.

Di çarçevoya operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî Partiya Heremên Demokratîk (DBP) de, ji 11’ê îlona 2016’an ve 45 şaredarî bi riya qeyûmê hatin desteserkirin, 64 hevşaredar hatin girtin û 72 hevşaredar jî bi biryara Wezareta Karên Hundurîn ji peywirê hatin dûrxistin. Di van operasyonan de Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel jî nav de, 3 hezar û 49 rêveber û endamên DBP’ê hatin girtin. Aligirê Hevserokê Giştî ya DBP’ê Mehmet Aslan êrîşên li dijî siyaseta kurd û operasyonên li dijî DBP’ê nirxand. Aslan anî ziman ku, siyaseta kurd bi şerê li heremê re ji aliyê hikûmet û Serokomar Erdogan ve hedef tên nîşan dan û bi gotina “Yek siyasetmedarê kurd jî bimîne em ê bi paş ve gav navêjin” biryardariya xwe ya tekoşînê nîşan da.

‘AKP LI PÊŞIYA SIYASETA DEMOKRATÎK BENDAVÊ AVA DIKE’

Arslan diyar kir ku, armanca hikûmetê fetisandina siyaseta kurd e û wiha axivî: “Êrîşên li dijî DBP û HDP’ê bend avakirina li pêşiya siyaseta demokratîk e. Komkujî, girtin û binçavkirinên di sala dawî de jî heman armanc e. AKP dixwaze îktîdariya xwe bi şer bidomîne û ji ber vê yekê naxwaze siyaseta demokratîk pêş bikeve. AKP li ser vê biryarê, zordestî û êrîşên xwe li ser beşên muxalîf didomîne.”

‘YEK SIYASETMEDAR JÎ HEBE…’

Arslan anî ziman ku, di rojeva AKP’ê de azadî û aşitî tune ye û axaftina xwe wiha domand: “Hikumet rasterast dibêje ‘bila hemû beşên civakê wekî min bifikire’ û gefan li gel dixwe. Lê bila bizanibin ku siyasetmedarên kurd dest ji têkoşîna azadiyê bernadin. Serokomar û AKP bi polîs û leşkerên xwe, dikare şaredariyên me desteser bike, parlementer û hevşaredarên me bide girtin. Lê li hember van polîtîkayan em ê bi paş ve gav neavêjin. Em dizanin ku meşandina siyaseta demokratîk çiqas zor e. Bi hezaran siyasetmedarên kurd berdelên giran dane, lê dest ji nirxên xwe bernedane. Yek siyasetmedar jî bimîne, dê ji bo siyaseta demokratîk têbikoşe.”

‘ŞAREDARIYÊN ME HAT DAGIRKIRIN’

Arslan balê kişand desteserkirina şaredariyên DBP'î û wiha domand: “AKP bi hemû derfetên dewletê jî li heremê şaredarî bi dest nexistin û îro bi dagirkeriyê wan desteser dike. Vîna gel tê binpê kirin. 64 hevşaredarên me, ne ji ber diziyê hatine girtin. Bila Erdogan baş bizanibe ku, bi dagirkeriyê nagihije tu astê. Ji ber ku şaredariyên me bi dagirkirinê, di dest AKP'ê de namînin."

‘DENGDÊRÊN AKP’Ê JÎ JÊ NERAZÎ NE’

Arslan dest nîşan kir ku, polîtîkayên şer, desteserkirina şaredariyên DBP’î û operasyonên li dijî hillbijêran bandora xwe li dengdêrên AKP’ê jî dike û wiha berdewam kir: “Bi van zordestiyan tu kes nabe AKP’î. Ev polîtîkayên tên meşandin, ji aliyê AKP’iyên heremê ve jî nayên pejirandin. Hikûmet gelê kurd ji çav derxistiye. Dengdêrên AKP’ê dê bipirse.”

Arslan da zanîn ku, ew dê li gel polîtîkayên AKP’ê yên li dijî siyaseta kurd têbikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tu siyasetmedarên kurd bi paş ve gav navêje. AKP dixwaze bi operasyon û êrîşan peyamê bide raya giştî, dê ev polîtîka tu encamê nede."