Îtiraza ji bo girtîbûna Yuksekdag hat redkirin

AMED - Îtiraza ji bo girtibûna Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag hatibû kirin, hate redkirin. Parêzer dê ji bo hevserok û parlamenterên hatine girtin dê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn bidin.

Parêzeran ji bo ku Hesvroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag a ku di 4'ê mijdarê de li Enqereyê hate binçavkirin û anîn Amedê bê berdan û astengiya li ser dosyayê be rakirin serî li 3'yemîn Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Amedê dabûn. Dadgeriya ku serlêdan nirxand îdia kir ku biryar li gorî hiqûqê ye îtiraza hatibû kirin red kir.

Ji ber ku li ser dosyaya Yuksekdag biryara "veşarîbûnê" heye biryar bi devkî ji parêzeran re hate ragihandin.

HEKE AYM LI PIŞT BIRYARÊ BISEKINE...

Parêzera parlamenterên girtî Reyhan Yalçindag diyar kir ku ew ê bi daxwaza tedbîrê ji bo hevserok û parlamenteran serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin. Yalçindag wiha got: "Diyar e ku ev pêvajoyê kumpasekî siyasî ye, ev li holê ye. Heke AYM li pişt biryara xwe ya ji bo parlamenterê CHP'ê Mustafa Balbay a di doza Ergenekonê de hat darizandin bisekine divê ji bo biryarên girtinê, biryara binpêkirinê bide."

BIRYARA AY'M'Ê YA JI BO BALBAY

Parlamenterê CHP'ê Mustafa Balbay ê ku di doza Ergenekonê de hat darizandin û 34 sal ceza lê hate birîn bi hinceta ku "dema girtîbûna dirêj û darizandina adil" serî li AYM'ê dabû. AYM'ê di 2013'an de biryara ji ber girtîbûna dirêj û Balbay parlamenter e biryara "ji ber ku nikare beşdarî xebatên qanûnçêkirinê bibe, temsîlkirina gel bêpîvan tê binpêkirin" dabû.

Piştî tespîta binpêkirina maf Balbay ji girtîgehê hatibû berdan.