‘Kesekî wekî Ocalan tê tecrîdkirin’

AMED - Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven aşkera kir ku operasyonên li dijî siyasetmedarên kurd wekî duh îro jî berdewam dike û ev tişt got: “Heke li Rojhilata Navîn û li Tirkiyeyê aştiyek bê fikirîn, muxatab Ocalan e.” Guven bal kişand ser kongreya neteweyî jî û piştrast kir ku ev êdî dive nebe nabe ye.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven polîtîkaya AKP’ê ya ku têkiliyên di navbera gelan de jehrî dike jî nirxand. Guven, anî ziman ku ku bi şîara ‘Em ê rêyên qutbûyî ava bikin’ ketin rê, gel berbi parçebûnê ve birine. Guven aşkera kir ku dewleta tirk duh bi Cemaeta Gulen re li dijî kurdan şer dimeşand, îro bi neteweperest û ergenekoniyan re vî şerê qirêj dimeşîne û ev tişt got: “Dibe em bi vê polîtîkayê zerarê bibînin, lê ya esazî Tirkiye zerarê dibîne.” Guven da zanîn ku AKP meseleya kurd ji bo xwe wekî amûrekî xebatê bi kar tîne.

Guven bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û diyar kir ku Ocalan di aliyê erdnîgariyê Rojhilata Navîn de xwedî pêşdîtineke gelekî mezin e û wiha pê de çû: “Lê niha kesekî wekî birêz Ocalan ku 10 salê pêşiya xwe dibîn, di binê tecrîdeke giran de tê girtin.”

Guven li ser kuştinên dewleta AKP’ê jî sekinî û piştrast kir ku polîtîkaya ‘bikuje û bide tunekirin’ dê tu tiştî bi welat nede qazanckirin.
Guven nîqaşên der barê kongreya neteweyî de jî şîrove kir û wiha axivî: “Birêz Ocalan berî salan got ku divê kongreya neteweyî pêk were. Pêkanîna kongreyê ji bo gelê kurd gelekî girîng e. Me di vê der barê de gelek caran bang jî kirin, divê kurd êdî yekitiya xwe ava bikin.”

Guven da zanîn ku divê êdî partiyên wekî PDK, GORAN, YNK û hwd. bên gel hev û yekitiya xwe ava bikin û der barê Serokê Herêma Kurdisanê Mesûd Barzanî de jî ev nirxandin kir: “Birêz Barzanî li Başûr serokek e, bêguman em nirxandinê birêz Barzanî girîng dibînin. Dîsa gotinên wî yên wekî ‘Em birakujiyê naxwazin’ girîng in. Lê rixmî hemû bangan jî rojekî peyameke erênî ji bo hevdîtinê neda. Barzanî bi rewşa heyî di bin bandora AKP’ê de ye. Divê ji vê rizgar bibe.” Guven herî dawî bang li tevahî hêzên kurd kir ku mil bidin milên hev û azadiya gelê kurd pêk bînin.