-ENQERE - Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bilgen, di civîna Koma HDP'ê de diyar kir ku Dadgeha Qanûna Bingehîn diyar dike ku parlamenter girtî nayên darizandin, lê niha parlamenterên HDP'ê girtî tên darizandin û xwest hikûmet erka xwe pêk bîne. Bilgen, têkildarî niqaşên der barê Qanûna Bingehin de jî wiha got: "Serokomar Erdogan got ‘An hûn dê 400 wekîlan bidin an jî dê kaos pêk bibe' Ev wekî dar li ser serê me hejandin. Lê piştî ev nebû, niha ji bo 330 wekîlan bi dest bixin dibêjin "An serokdewletî an krîz, an serokdewletî an jî kaos."
Koma HDP'ê piştî niqaşên Butçeya 2017'an a 12 rojan berdewam kir, Civîna Koma xwe ya li meclisê pêk anî. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan li Meclîsê civîna koma partiya xwe pêk anî û bal kişand ser geşedanên dawî. Ji ber Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û Serokwekîlên Koma HDP'ê Çaglar Demîrel û Îdrîs Baluken girtî ne li ser navê HDP'ê berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen axivî. Bilgen, geşedanên di rojevê de nirxand. Bîlgen diyar kir ku li gel Dadgeha Qanûna Bingehîn destûr nade parlamenter girtî bên darizandin jî 12 parlamenterên HDP'ê girtî tên darizandin. Bîlgen operasyonên li dijî siyazetmedarên HDP û BDP'ê şermeza kir û wiha got: "Bi girtinê, hûn ê nikaribin me ji nirxên me vegirin. Hûn hemû avahiyên me hilweşînin û hemû endam û rêveberên me bigirin jî em dê têkoşîna xwe ya aştî, demokrasî û mafdar berdewam bikin."
Bîlgen bal kişand ser girtina hevserokên û parlamenterên xwe û got, "Ji meha Mijdarê û vir ve, nûnerên hikûmetê têkildarî parlamenterên me yên girtî, sûcdariyê li me dikin. Eger 17-25'ê Kanûnê bînin bîra xwe, bê bibînin bê kî ji dadgeriyê direve. Piştî civîna dawî ya koma me, 2 parlamenterên me hatin girtin, 3 hevalên me jî hatin binçavkirin. Biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn (DQB) eşkere ye. Eger hûn qebûl dikin ku ev yek bêhiqûqî û helwesteke kêfî ye, eger hûn ji dil dibêjin, ev yek lîstika serokwezîrê beriya niha ye, wê demê biryara Dadgeha Qankûna Bingehîn bi cih bînin. Dadgeha Qanûna Bingehîn beriya niha têkildarî parlamenterên girtî de biryar dabû, ku nabe parlamenter bi rengekî girtî were darizandin. Eger ev biryar hê derbasdar e, ji xwe em jesteke taybet naxwazin. Hukmê biryara DQB'ê li ser her kesî heye. Em ji darizandinê narevin. Bi girtina me re hûn ê nikaribin me ji nirxên em jê bawer dikin vegirin. Bes vê rewşê bikin bazara siyaseta dîlgirtinê."
DI ENCAMÊ KUJER POLÎS E
Bîlgen kuştina Sefîrê Bilind ê Rûsyayê, bibîrxist û wiha got: "Di encamê de kesê suîkast pêk anî polîs e. Ev polîs 2.5 salin li Midûruiyeta Hêzên Çevîk ên Enqereyê karmend e. Çawa heta niha bi endamtiya FETO nehat tawanbarkirin. Çawa dibe ku kesê 2 sal û nîvan wekî endamê FETO nayê nasîn di nava nîv saetê de wekî endamê FETO tê binavkirin. Divê hikûmet vê yekê lêkolîn bike û zelal bike."
DADGEH ÇAWA SERBIXWE YE
Ayhan Bîlgen nerazîbûn nîşanî 10 hezar 100 TL cezayê li polîsê kujerê Ethem Sarisuluk hat birîn da û wiha axivî: "Careke din nîşan da, bê bi çi rengî mafê helwesteke kêfî dide polîsan. Hûn çiqasî dixwazin bêjin 'dadgerî serbixwe ye û ya pêwîst tê kirin'.
MUJGAN EKÎN
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen li rewşa Mujgan Ekîn pirsî û têkildarî Ekîn ku bi rojan e agahî jê nayê girtin got, "Têkildarî Mujgan Ekîn malbat gelekî hewl dide. Hema bêjin, malbat wezîfeya dewletê jî bi cih tîne û gelek wêneyên zelal derxist holê. Mujgan ji metroyê derdikeve û tê şopandin. Ajokarên taksiyê wesayîtan nîşan didin, dîmenên kamera jî bi zelalî wesayîtan nîşan didin. Yên wê dişopînin, bi çar wesayîtan pêşî li wê digirin û Mujgan bi xwe re dibin."
LOJÎSTÎKA ÇEKAN DIDIN DAIŞ'ê
Bîlgen, destnîşan kir ku DAIŞ di hillberîna çekan de lojistîka çekan di ser Tirkiye re pêşwazî dike û wiha got: “Niha wekîlê girtî Îdrîs Baluken, bi dehan caran pirs ji Lijneya Giştî ya meclîsê pirsî. Wezîrê berpirsiyarê Gumrikê jî ev yek qebûl kir. Îxracat piştî sînor ji destê DAIŞ'ê ket destê PYD’ê bi yek carê hat qutkirin. Ger ku we alîkariya mirovî dişand çima we ev alîkarî qut kir. Lê lojîstîka niha tê şandin ne ew malzemeyê ji rêzê ye. Fîrmayek bi navê Doktor Tarsa heye. Xwediyê vê fîrmayê dostê kevn ê Serokomar e.
‘AN SEROKDEWLETÎ AN KRÎZ, AN SEROKDEWLETÎ AN KAOS’
Bîlgen, daxuyand ku bi pakêta nû re gelek sazî û dezgeh hatin tesfiyekirin û naveroka gelek saziyan hatin valakirin û wiha got: "Di çend salên dawî de komîsyonên li meclîse hatine avakirin binerin. Li komîsyona 17-25'ê kanûnê binerin. Çi derket? Tu tişt. Li komîsyona Roboski binerin çi derket? Tu tişt. Niha jî li komîsyona lêkolina darbeyan binerin. Gerên turîstîk dikin. Yên ku li kesên eleqedar guhdar nekin dê çi bikin? Nikarin tiştekî ronî bikin. Dibêjin ‘An hûn dê 400 wekîlan bidin an jî dê kaos pêk bibe' Ev wekî dar li ser serê me hejandin. Lê piştî ev nebû, niha ji bo 330 wekîlan bi dest bixin dibêjin "An serokdewletî an krîz, an serokdewletî an jî kaos."
‘TIRKIYE VEGERIYA KOMARA TROLAN'
Bilgen, bilêv kir ku Tirkiye bi tevgera trolan tê rêvebirin û wiha got: "Tirkiye vegeriya ye Komara Trolan."