ENQERE - Parlamenterê HDP'ê Osman Baydemîr diyar kir ku HDP'î beriya ku bên binçavkirin li girtîgehan amadekarî hatiye kirin û li ser girtîgehan amadekariya êrîş û kaosekî nû tê kirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr têkîldarî rewşa hevserok û parlamenterên HDP'ê ya li girtîgehê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Baydemîr girtina hevserok û parlamenteran wekî darbe bi nav kir û wiha got: "Heta ku HDP yek kes bimîne jî dê nehêle ku civak bibe keriyek."
Baydemîr anî ziman ku beriya Hevserokên HDP'ê û parlamenter bên girtin li girtîgehan amadekarî hatiye kirin û ev agahî da: "Biryara girtina hevalên me berê hatiye dayîn. Dê kîjan bikeve girtîgehê berê hatiye diyar kirin. Li holê hiqûq, edalet tuneye."
'LI SANDIQÊ NEKARÎ VÊ CARÊ AVÊT GIRTÎGEHÊ'
Baydemîr anî ziman ku bi fermanekî hevserok û parlamenter hatine girtin û wiha berdewam kir: "Yê ku ev ferman da birêz Serokomar e. Birêz Serokomar ez bang li we dikim; Demîrtaş û Yuksekdag raqîbên we ne. Ya ku we nekarî di sandiqo de têk bibin xistina girtîgehê darbe ye. Çawa ku 15'ê tîrmehê li dijî îradeya gel darbe ye îro hevalên me yên ku hatine girtin dijîn darbe ye. Em di heman demê de hewl didin ku doza gelê kurd a mafdar li esr esasê azadî. wekhevî û bihevre jiyanê bi dawî bibe, şer bi temamî ji bo holê rabe. Ev bedela ku em didin ne bedela yekem e."
' LI SER GIRTÎGEHAN ÊRÎŞ'
Baydemîr ê ku pirsa "Birêz Demîrtaş çima li zindana Edîrneyê ye. Çima hevalên me yên din li bajarên xwe nînin" kir anî ziman ku di vî mijarê de fikarên wan ên cidî hene. Baydemîr wiha axivî: "Îro biryara tecrîdê ya ku Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtiye, biryara dozgeriya Amedê ya girtiye zemîna neqihûhiyekî din e. Divê hûn neynin hişê xwe! Vî kareseta ku bi karesekî din ve pêkanînê nefikirin. wisa dixuye ku zemîna êrîş û kaosekî din ji girtîgehan tê xwestin bê kurkirin."
Baydemîr bal kişand li ser pavrekirinên parlemanterê Ak Partiyê Huseyîn Kocabiyik ên dê êrîşî girtîgehan bê kirin bi bîr xist û wiha got: "bi aşkera dibêje ku dê gel êrîşî girtîgehan bike û wan darve bike. Ez ji birêz Serokomar dipirsim, gelo hûn ji vî agahdar in? Hûn gelo berpirsyarê amadekirina vî zemînê ne? Wezîrê Dadê, birêz Serokwezîr hûn li kû derê vî karî ne?"