Pêşniyarnameyên HDP'ê û CHP'ê hatin redkirin

ENQERE - Pêşniyarnameya CHP û HDPê ya guherîna Qanûna Bingehîn ku pêşkêşî Komîsyona Parlamentoyê kiribûn bi hinceta li dijî Qanûna Bingehîn e hat redkirin.

Pêşniyarnameya CHP û HDPê ya guherîna Qanûna Bingehîn a pêşkêşî Komîsyona Parlamentoyê kiribûn bi sedema ku li dijî Qanuna Bingehîn e hat redkirin. Li ser neqebûlkirina pêşniyarnameyê Parlamenterê CHPê yê Aydinê Bulent Tezcan diyar kir ku heke hemû hêz di destekî de bicive mirov li wir nikare behsa hiqûqê bike û wiha got: "Li gorî vê qanûnê ku ez serokomar bûma ez jî dibûm dîktator. Bi pêşniyarê berpirsyariya serokwezîr û Lijneya Wezîran radikin wê erke didin serokomariyê.

Parlamentera HDPê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî li ser guherîna Qanûna Bingehîn wiha got: "Pêşniyara guherîna destûrê tenê statû û erka şexsekî zêde dike. Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş jî bo ku got ‘em nahêlin tu bibe serok' niha di girtîgehê de yê. Li hemberî Demirtaş û parlamentere me bi hesta tolhildanê tevdigerin. Di sala 1994an de jî hesta tolhildaneke wiha tunebû. Em wekî parlamenteran nikarin li girtîgehan serdana parlamenterên xwe bikin."