Ji Hevserokê PEN'a Kurd banga yekîtiyê: Divê Barzanî rola xwe bilîze

AMED - Hevserokê Pen a Kurd Osman Ozçelîk niqaşên têkildarî yekitiya neteweyî diyar kir ku dewletên dagirker naxwazin yekitiya kurdan pêk bê û heke gelê kurd yekitiya xwe ava bike, dê desthilatdariya dewletên dagirker hilweşe. Ozçelîk dest nîşan kir ku di milê yekitiya netewî de rol û mîsyona herî girin dikeve ser Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û wiha got: “Heke Barzanî rola xwe ya dîrokî nelîze, wê dîrok wan tewanbar bike.”

Hevserokê PEN'a Kurd Osman Ozçelîk, “Yekitiya netewî” ku di demên dawî de ji bo gelê kurd wek mijareke girîng di rojevê de ye, nirxand. Ozçelîk ewil li ser giringiya “Yekitiya netewî” rawestiya û anî ziman ku, bi sala ye di rojeva kurdan de ye û got, bi tevlîbûna berpirsyarên partiyên siyasî gelek caran cîvin hatine lidarxistin. Ozçelîk dest nîşan kir ku, yekitiya ku bi sala ye tê xwastin pêk nehatiye û wiha axivî: “Gelê kurd di nava 4 dewletên dagirker û li welatê parvekirî de ji bo azadiyê têdikoşin. Heta ku yekitiyek saz nebe, bila her kes bizanibe ku azadî ji pêk nayê.”

‘BI NIRXÊN NETEWEYÎ DIVÊ YEKITÎ PÊK BÊ’

Ozçelîk li ser pêk nehatina kongreya yekitiya netewî ev şîrove kir: “Partiyên siyasî ku yên wê kongreya netewî saz bikirana heta niha ne amade bûn. Lê niha gelê kurd ne bê xwedî ye. Gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl hene. Îro derfeta gelê kurd heye ku li Rojhilata Navîn mafê xwe yê azadiyê bi dest bixe. Heger neteweyek yekitiya xwe pêk neyîne, mixabin azadî jê dûr dikeve. Saziyên gelê kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê ramanên wan çi dibe bila bibe, divê bi nirxên neteweyî yekitiyekê peyda bikin. Nirxên me yên neteweyî diyar in. Partiyên sosyalîst, îslamîst û sosyal demokrat an jî lîberal, çi dibe bila bibe her kes bi ramanên xwe, di warê nirxên neteweyî de bibin yek. Heger nebin yek, li tu parçeyên Kurdistanê gelê kurd nagihîje mafên xwe.”

‘DERFETA YEKITIYÊ SED SALÊ DIN JÎ NAYÊ’

Ozçelîk got, divê berjewendiyên kesane li pêşiya berjewendiya netewî nebe asteng û axaftina xwe wiha domand: “Xelasî, azadî û rizgarî bi yekitiyê pêk tê. Îro li Rojhilata Navîn derfeta yekitiyê heye. Gelê kurd îro nêzî azadî û serxwebûnê ye. Heger ev yekitî pêk neyê û berjewendiyên şexsî derbikevin pêş, mixabin wê derfeta azadiyê jî dûr bibe. Gelê kurd di vî milê de bi biryar in. Ev pêwistî bi riya konferans ango kongereyê pirsgirîkên gelê kurd divê bê şîrovekirin. Wê dem, wê li ser berjewediyên neteweyî yekitî pêk bê. Heger nebe, wê trêna azadiyê biçe û sed sal din jî ev derfet nayê bi dest xistin.”

‘BI YEKITIYA NETEWÎ DEWLETÊN DAGIRKER HILDIWEŞE’

Ozçelîk astengiyên li pêşiya lidarxistina kongreya yekitiya netewî wiha rêz kir: “Astengiya sereke dewletên dagirker, naxwazin yekitiya kurdan pêk bê. Bi taybetî Tirkiye, Surîye, Iraq û Îran naxwazin gelê kurd di nava xwe de yekitiyê peyda bike. Di navbera dewletan de şer jî hebe, dema mijar dibe yekitiya gelê kurd hemû dibin yek. Ew dikarin di nava xwe de yekitiyê pêk bînin, lê mixabin em hê jî negihiştine wê astê. Dem ew dem e ku em jî bikaribin van polîtîkayên dewletên dagirker nas bikin, lîstokên wan berevajî bikin û neyên lîstokên wan. Dewletên dagirker ji bo berjewendiyên xwe dikarin her tiştê bikin. Heger gelê kurd bigihîje yekitiya xwe, wê desthilatdariya dewletên dagirker jî hilweşe.”

‘HER KES BERPIRSYAR E’

Ozçelîk bi lêv kir ku, êdî gelê kurd jî di Rojhilata Navîn de netew e û wiha berdewam kir: “Gelê kurd berjewendiyên dewletan naxwaze, tenê mafê xwe dixwazin. Ji ber vê yekê her kes berpirsyar e. Ne tenê partiyên siyasî, hûnermendên kurd, nivîskarên kurd, rewşenbîrên kurd divê ramanên xwe yî der barê kongreya netewî de bide der û divê daxwazên gel aşkere derbikeve holê. Dive bizanin ev ne tenê pirsgirîka partiyên siyasî ye. Pirsgirîka netewî ye. Ji ber vê yekê kongre ango konferans divê demildest pêk bê.”

‘BARZANÎ ROLA XWE YA DÎROKÎ NE LEYÎZE…’

Ozçelîk anî ziman ku, kes nikare rojeva yekitiya netewî ji rojeva gelê kurd derbixe û wiha domand: “Rola herî giran dikeve ser milê KDP’ê û Birêz Barzanî. Divê Barzanî wekî şexsî negire dest. Heger Barzanî rola xwe ya dîrokî nelîze wê dîrok wan tewanbar bike. Gelek hewldanên Birêz Ocalan hebûn. Bi salan ji bo yekitiya kurdan xebatên girîng meşand. Ji ber ku statuya Barzanî ya îro ne statuya mayînde ye. Divê Barzanî di vê mijarê de bi yekitî tevbigere.”

‘BI HÊZA YEKITIYÊ DIKARIN DAXWAZÊN XWE BIDIN QEBÛL KIRIN’

Ozçelîk balê kişand ser ereniyên kongreya yekitiya netewî û ev tişt gotin: “Li cîhanê tu netew bi serê xwe najî. Îro her netewe têkiliyê wan bi hevre hene. Cîhan êdî bûye mîna welatek biçûk. Tekoşîna yekalî jî zêde pêş nakeve. Ji bo piştgiriya cîhanê jî yekitî pêwîst e. Ji xwe dibêjin ‘Hûn ne yek in, ku em alîkariya we bikin.' Îro her kes dizane bê ku Amerîka, bê ku Neteweyên Yekbûyî (BM) û gelek welatên cîhanê daxwazên gelê kurd qebûl bikin, pêşketineke berçav tune ye. Ev jî daxwaz dikin ku gelê kurd ji beriya her tiştê yekitiya xwe saz bikin. Da ku bizanin bi kî re biaxivin. Divê yekdengiyek derbikeve. Di kongreyên wisa de lijneyek berdevkê tevahiya gelê kurd hebe. Hêza parçebûyî ne tu hêz e. Bi hêza yekitiyî dikarin daxwazên xwe bi cîhanê bidin qebûlkirin. Wê demê dewletên Kurdistan parve kirin jî nikarin li ber vê hêzê rawestin.”

Ozçelîk herî dawî bang kurdên li her çar parçeyan kir û wiha got: “Divê berjewendiyên şexsî nekevin pêşiya nirxên neteweyî û azadiya gelê kurd.”