ENQERE - 3'enîn rûniştina doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ku ji ber roportaj da Rojnameya Deutche Welle bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" hatibû vekirin hat dîtin. Li ser daxwaza parêzeran rûniştina dozê hat taloqkirin.
Der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag de bi sedema di tebaxa 2015'an de roportaj dabû Rojnameya Deutche Welle ya Alman doz hatibu vekirin. 3'emin rûniştina doza bi îdîaya "propaganda rêxistinê" kiriye hatibû vekirin li 13'emîn Dadgha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Di rûniştina dozê de Yuksekdag amade nebû û tenê parezerên wê amade bûn. Parêzeran xwest mînaka roportajê bi almanî û tirkî pêşkêşî heyetê bê kirin. Heyetê daxwaza parêzeran qebûl kir û doz taloqî 2'ê Sibata 2017'an kir.