Parlamentera CHP’ê aqûbeta Mujgan Ekin pirsî

ENQERE - Parlamentera CHP'ê Şenal Sarihan, diyar kir ku nêzî 2 mehin agahî ji Mujgan Ekin nayê girtin û aqûbeta Mujgan pirsî. Sarihan, anî ziman ku ger neyê dîtin de berpirsiyar li ser midûriyeta polîsan bibîne û got: "Ma dewlet dê tenê temaşe bike? Gelo dewlet dinere û nabîne?"

Parlamentera CHP'ê Şenal Sarihan, rewşa Endama Meclîsa Sûrê û pêşkêşvana bernameya Ozgur Gun Tv. Mujgan Ekîn a di 24'ê Cotmeha 2016'an de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û agahî jê nayê girtin anî rojeva meclîsê. Sarihan, ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu xwest pirsên wî bên bersivandin. Sarihan, anî ziman ku dewlet ji parastin û ewlehiya welatiyên xwe berpirsiyar e û li gorî xala 17.- 19.'ê Qanûna Bingehîn ve mafê welatiyan hatiye parastin.

Sarihan, da zanîn ku ger Mujgan Ekîn neyê dîtin dê Midûriyeta Polîsan di bin de bimîne. Sarihan, da zanîn ku di dîmen û qeydan de jî tespît e ku Mujgan hatiye revandin û ev pirs ji Wezîrê Karên Hundir Soylu pirsîn.

* Ger ku hemû kesên xwe wekî polîsan bidin naskirin û mirovan winda bike gelo dewlet dê tenê lê temaşe bike? An jî dewlet dinere û nabîne?

* Hem îdîaya windabûnê, hem jî rayedar agahiyên lawaz dide. Ev nîşan dide ku windabûnek li dervê qeydan heye. Ji ber vê yekê di cemaweriyê de şik û gumanên ku Mujgan Ekin di bin çavan de hatine windakirin pêş ketine. Em jî dipirsin. Gelo Mujgan Ekin, ji aliyê yekîneyên girêdayî Wezareta Karên Hundir ve hatiye binçavkirin?