WAN - Rêxistina HDP û DBP'ê yên Wanê polîtîkayên hikûmetê yên li dijî girtin û binçavkirinê şermezar kirin û xwestin dest ji polîtîkayên şer berdin. HPD û DBP'ê diyar kirin ku tu hêz nikarin wan ji doza wan a mafdar dûr bixe.
Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmen Demokratîk (DBP), têkildarî girtin, binçavkirin û êrîşên AKP'ê yên li dijî endam û rêveberên xwe li avahiya DBP'ê ya Wanê civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de nûnerên TJA, Meclîsa Dayikên Aştiyê, malbatên girtî û malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane amade bûn. Rêveberê DBP'ê yê Wanê Ahmet Aygun daxuyanî da. Aygun, bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û piştî pêvajoya çareseriyê Aygun, anî ziman ku di serdema pêvajoya çarseriyê de kuştin û xwîn hat rawestandin û piştî hikûmeta AKP'ê şer da destpêkirin û tecrîd zêde kir kuştin û komkujî zêde bûn. Aygun, anî ziman ku AKP'ê Tirkiye xistiye nava kola xwînê ya Rojhilata Navîn û wiha got: "Duh li El Babê 14 leşkerên TSK'ê hatin kuştin. Wî welatî Sefîrê Rûsyayê di weşana zindî de kuştin. Li şûna Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu îstîfa bike polîtikayên gefê pêş dixe. Berpirsiyarê vê pêvajoya binketî Wezîr Soylu ye. Di 3 mehên dawî de 69 hevşaredarên me ji peyvirê hatin girtin û hatin girtin. Hevserokên HDP'ê û parlamenter jî di navde 12 parlamenter hatin girtin. Di 3 mehên dawî de 3 hezar endam û rêveberên pariyên me li dijî hiqûqê hatin girtin. Serokomar li dijî kurdan "Seferberiya neteweyî " îlan dike. Pişti vê seferberiyê li dijî avahiyên HDP'ê êrîş zêde bûn.
TEQES EM DÊ BI SER BIKEVIN
Aygun, herî dawî destnîşan kir ku piştî tecrîdê dest pê kiriye şer jî dest pê kiriye û ji hikûmetê xwest ku dest ji van polîtîkayên binçavkirin, girtin û şer berde û dîsa li pêvajoya çareseriya demokratîk, diyalog û muzakeryan vegerin. Aygun, bilêv kir ku her çend operasyon dijwar bin jî tu hêz û astengî nikarin wan ji doz û têkoşîna wan dûr bixe û we dê teqez bi ser bikevin."