Sazumankara AKP'ê: Xelasiya ji krîzê bi aştiya kurdan pêkan e

STENBOL -Ji 64 sazumankaraAKP'ê Fatma Bostan Unsal diyar kir ku krîza îro Tirkiye hem li hundur û hem li derve dijî, êdî hatiye aste nebirêveçûnê. Bostanê anî ziman ku tekane xelasiya ji vê krîzê, bi aştiya kurdan pêkan e.

AK Partiya ku di 2001'ê de hat avakirin, piştî salekê bû îktîdar û ev 14 sal e bi tena serê xwe hikûmetê ava dike. Gelek kesên di destpêkê de di nav debûn û avakarê wê bûn, niha gelek jê veqetiyane. Yek ji van navan jî Fatma Bostan Unsal e ku demekê Alîgira Serokatiya Berpirsiyara Ji Mafên Mirovan bû.

Bostan têkildarî cudahiyên AK Partiya ku di dema avakirina wê de, wê di nav de cih girt û ya niha de, geşedenaên li Tirkiyeyê pirsên dîhaberê bersivandin.

'WÊ PÊVAJOYEKE AŞTIYÊ YA DIN BÊ, WEKÎ DIN TU ÇARE TUNE'

*Dema Recep Tayyîp Erdogan Serokwezîr bû wiha gotibû: "Pirsgirêka kurd pirsgirêka min e, ez ê çareser bikim." Lê niha jî wiha tê gotin, "Li Tirkiyeyê pirgirêka kurd tune ye" û nêvengeke pevçûnî heye. Çawa bû ku hat vê merheleyê?

Mixabin pêvajoya aştiyê nedomiya. Gelek pêvajoyên aştiyê hebûn. Oslo bi ser neket. Em neserketina Osloyê çawa îzah dikin? Em bi girtinên KCK'ê îzah dikin. Li pişt girtinên KCK'ê jî, em dibêjin rêxistina Fethûllah Gulen ji bo ev pirgirêk çareser nebe tevgeriyaye. Paşê gelek nav lê hatin kirin. Mesela navê wê bû pêşnûmaya 'Yekîtiya Mîllî'. Dîsa jî ev pêvajoyeke aştiyê bû. Wê pêvajoyeke din aştiyê bê û wê Tirkiye ji vê rewşê derkeve. Wekî din tu çare tune ye.

'REWŞA HEYÎ BI RÊ VE NAÇE'

*Di serî de Sûriye, polîtîkaya Tirkiyeyê ya Rojhilata Navîn û geşedanên Yekîtiya Ewropayê (YE) û hwd. êdî hatiye rewşeke xitimandî. dîsa krîzeke aborî li ber derî ye. Ji bo çi Tirkiye ket vê rewşê?

Sedemên wê dirêj in, lê belê em di rewşeke ku akrin pêşiya xwe bibînin de ne. Bi vî awayî, muzakerevanên aştiyê yê hevdîtinên aştiyê yên Endonezyayê ji me re wiha gotibû: 'Tsûnamiya mezin a li Açe'yê, ji bo çareserkirina etnîk a Açe'yê katalîzorek çêbûbû.' Yanî, carinan krîz, ji bo açreserkirina wê pirsgirêkê bandoreke lezayî dide der. Li got min, rewşa ku niha Tirkiye tê de ye; yanî girtina HDP'î û hevşaredaran, tayînkirina qeyûman, girtina komele û rojnameyan. Ev rewşeke ku dê bi rê ve neçe. Ji ber vê, em dikarin ji vê re bibêjin krîz. Li qada navnetewî jî, ji bo Tirkiye ji van deran derkeve, ev jî bi aştiya xwe yanî bi aştiya kurdan pêkan e. Ez wisa difikirim wê ev jî çêbibe.

'LI PÊŞ CIVAKÊ EZMÛNEKE CIDÎ HEYE'

* Yanî hûn dibêjin wê bi demokrasiyê ji vê krîzê bê derketin?

Belê, demokrasiya Tirkiyeyê di serdema çaplûkan de ye. Wek we got, demokrasiyeke rasteqîne tune bû, Tirkiye di bin demokrasiyeke wesayetî de bû. Piştî ev wesayet rabe, divê di nav hêzên xwe de noqteyên hevsengî û lihevkirinê bibîne. Bi rastî jî, wê îspat bike bê ka di warê pêkanîna aramiyeke civakî û pêşerojî de, heye yan tune ye. Li pêşberî civakê ezmûneke cidî heye. Em heta niha dibêjin demokrasî. Ew çî ye? Bi hilbijêriya bijarteyên Tirkiyeyê derbasî demokrasiyê bû. Ev ne bi hewldana civakê, ji qademyên jêr bû. Ev çi bû? Demokrasiya rojavayê mînak bû. Heke bê bîra we, piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, ji ber serkeftinên pirpartîbûnê Tirkiyeyê jî, êdî dev jî tekpartiyiyê berda. Di salên 1950'yî de derbasî pirpartîbûnê bû. Lê belê bêtir wiha hat gotin, 'Çi qas xweş e, bi rastî jî civakeke zaf pêş ketî ye û em bigirin.' Lê vê bi awayekî orjînal ne sepand. Dema leşker xwest, diket dewrê. Me di warê daraziyî de jî dît. Girtina partiyan hwd... Niha em ji vana xelas bûn. Hîn em nû dest bi noqteyên lihevkirina di nav hêzan de dikin. Wê gelê Tirkiyeyê biryara vê bide. Ya dikeve ser milê me jî, ew e ku tiştên em dibînin bibêjin.

'AŞTIYA HERÎ XERAB JÎ, JI ŞERÊ HERÎ BAŞ ÇÊTIR E'

* Lê, wê Tikriye çawa ji vê krîzê xelas bibe?

Me di mînaka Kolombiyayê de dît. 250 hezar mirov mirine, şerekî ku dê kes bi ser nekeve. Wiha ê gotin: Aştiya herî xerab, ji şerê herî baş çêtir e. Rewşa Tirkiyeyê êdî di asta nebirêveçûnê de ye. Em her roj dibînin, mirov dimirin. Li derveyî welat jî, bi awayekî cidî liv û tevgerîneke leşkerî heye. Derketina wê yî ji vir, bi aştiya kurdan pêkan e.

‘MA WÊ HER TIM TAYYÎP ERDOGAN NE SEROK BE'

* Niha di rojevê de pergala serokatiyê heye. Pergala serokatiyê li gor we, ji bo vê "krîza demokrasiyê" çareserî ye?

Divê mekanîzmayên hevseng-venêrînê hebin. Hûn dinihêrin, li Amerîkayê xizmên serokan di hikûmetê de cih nagirin. Çimkî qanûnên wan hene. Hûn dinihêrin, li Suûdî erebîstanê pîvaneke wiha tune ye. Yanî, divê pêşî mekanîzma bên avakirin û paşê rêz li wan mekanîzmayan bê girtin. Li Tirkiyeyê pîvanên wê yî huqûqî tên dayîn, lê di van pîvanên huqûqî de biyanîbûnek çêdibe. A rast, huqûq û qanûn ji bo em bêtir aram bibin û bijîn hene. Lê belê, em bêtir li gor vê tevnagerin û bereksê wê tercîh dikin. Ji ber vê, divê em baş hay jê hebin. Ma wê her tim Tayyîp Erdogan nebe serok, wê hin kesên din jî bibin serok û a rast dema em pergaleke ku hevsengiya wê pêk bîne ava nekin, wê demê em ê xerabiya herî nebaş li îktîdara siyasî bikin.