ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim destnîşan kir ku AKP di 14 salên îktîdarê de tenê di pêvajoya çareseriyê de planên butçeyê gihiştiye armanca xwe û di plana debara 2016'an de di nêviyê salê de barê wan ketiye avê. Yildirim têkildarî plana debara 2017'an û anî ziman ku hemû plana debarê ji bo parastin û ewlehiyê hatiye kirin.
Hevdîtinên pêşnûmaya budçeya navendî ya 2017'an li Meclîsê bi dawî bûn û berpêşî tesdîqkirina Serokomar Tayyîp Erdoganî hatin kirin. Wê ev pêşnûmaya budçeyî ya dawî ya ji aliyê Meclîsê tê amadekirin be. Di teklîfên guherandinê yên li Komîsyona Qanûna Bingehîn tên dîtin de, ji ber berpêşkirina budçeyê dewrî "serok" tê kirin, heke teklîf di referandûmê de derbas bibe, wê êdî ji sala bê ve budçe ji aliyê Serokomar Tayyîp Erdoganî ve bê berpêşkirin. Ev jî tê wateya jiholêrakirina teserûfa Meclîsa hilbijartî ya li ser budçeyê.
Di hevdîtinê budeçeyê yên 12 rojan domandin de, rojeva sereke ya hevdîtinan ji budçeyê bêtir, rewşa krîza siyasî ya ku Tirkiye tê de ye bû. Bi taybetî jî, li kursiyan mijara herî zêde li ser hat axaftin girtina parlementerên HDP'ê bû. Di dawiya hevdîtinan de, wek her tim dîsa budçeyeke li ser asasên parastin û ewlehiyê hat amadekirin.
‘HEMÛ PLAN JI RÊ DERKETIN'
Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim rexneyên xwe yî têkidlarî budçe û maratona budçeyê bi dîhaberê re parvekirin û wiha got: "Hedefên 2016'an bi tu awayî nehatine zevtkirin; ji enflasyona navberî ya vekirî, ji rêjeyên faîzan, ji planên wadeya nîvekî û kêmatiya budçeyê hemû ji rê derketin. Wan gotibû ew ê bi 2.90'î dolar bigirin, lê hîn 10 roj ji qedandina salê re maye, jirêderketin rêje ji sedî 20 e. Ev ji bo budçeya welatekî rêjeyeke cidî ye. Leza mezinbûnê hema bêje nêvî nêvî daket. Dema em vana hemûyan digirin ber çav, wisa dixuyê wê dawiya budçeya ku ji bo 2017'an hatiye amadekirin jî, wek ya 2016'an hezîn be."
‘TENÊ DI DEMA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DE TEXMÎNÊN BUDÇEYÊ ZEVT KIRIN'
Yildirim ê sala çûyî di Komîsyona Plan û Budçeyê de wek Berdevkê HDP'ê cih girt bi bîr xist ku, AKP di 14 salên îktîdara xwe de, 2 salan tenê texmînên budçeyê zevt kirine. Yildirim sedema zevtkirina texmînên salaên 2014-2015'an bi "pêvajoya aşitiyê" ve girêda û wiha axivî: "Rawestandina pevçûnan, ketina tansiyona li welat e. Ji vê jî wirdetir, dîmeneke ku baweriyê dide piyaseyên hudnurîn û derve, ji bo sibeyan gavên îstîkrarî xwe didin der. Di vê pêvajoyê de, herê zêde têketina sermayeya biyanî pêk hat, herî zêde turîst hatin, herî zêde îxracata pêk hat."
BUDÇEYEKE NE CIVAKÊ, LÊ ŞER DIHIEBÎNE
Di budçeyê de îsal de, 64 milyar û 306 milyon û 50 hezar TL rasterast ji bo saziyên ewlehî û parastinê hatibû veqetandin. Ev hejmar sala çûyî li dora 58 hezar milyarî bû û ji ber zêdebûna pevçûnan, îsal nêzî 6 milyar TL lê hat zêdekirin. Yildirim diyar kir ku, budçeya îsal jî li gor şer hatiye amadekirin û got, budçeyeke ku hemû derdorên civakê xwe tê de nabînin hatiye amadekirin.
DI XERCKIRINAN DE QELEMA SEREKE JI BO ŞER HATIYE VEQETANDIN
Yildirim ji ber di budçeyê de para şêrî ji ewlehî û parastinê re hatiye veqetandin, vê paydariyê rexne kir û wiha axivî: "Di 3 salên dawî de, para ku ji perwerdehiyê re hatiye veqetandin ji sedî 80'yê wê jî nehatiye xerckirin, ji sedî 20-25'ê wê ji jêderkên ewlehiyê re hatiye veguhezandin. Di sala 2015'an de, tê gotin ku 56 milyar ji perwerdehiyê re hat veqetandin û dibêjin di nav wezaretan de ev paydariya herî zêde ye, lê ya pêk hatiye ne 56 milyar e, 39 milyar e. Dema budçe dest pê dike, pereyê ji bo perwerdehiyê tê dîtin, dawiyê vediguhezînin cihên din. Di serî de ji ewlehiyê re paydariyeke mezin venaqetînin, ji paydariya civakî û perwerdehiyê vediguhezînin, yanî rêbazeke wisa erzan hildibijêrin. Hûn burokrasiya maliyeyê çiqasî dijdînin bijdînin, hûn dîsîplîneke aboriyê pêşaniya wê çiqasî bikin bikin, lê heke hûn ji hêla aşitiyê û bi reng, ziman, çand û nasnameya her kesê li welat, hûn welatekî tesîs nekin wê şer her tim pêşî dînbûneke aborî, dawiya ya civakî û dawiyê jî ya wijdanî û exlaqî be. Şer cih digire, lê li hemberî şer tu budçe tune ye ku xwe li ser piya bihêle."
Yildirim bi bîr xist, di nav salê de pêşnûmaya herî mezin a tê amadekirin budçe ye û balê kişand ser girtina parlemneterên HDP'ê û di vê budçeyê de necihgirtina nêrîna 12 parlemnterên girtî.