AMED - Di 10 rojên dawî de 59 navendên HDP'ê rastî êrîşan hatin. Parlementerê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu destnîşan kir ku êrîş bi plan û ji navendekê ve tê meşandin. Kurkçu ji hêzên demnokrasiyê xwest avakirina "eniya berxwedanê" xurt bikin.
Bi taybetî piştî teqînên li Beşîktaşa Stenbolê û Qeyseriyê, kesên nêzî hikûmetê û bi beralîkirinên li ser hesabên medyaya civakî, li rojavay Tirkiyeyê gelek avahiyên aîdî HDP'ê hatin şewitandin û texrîbkirin. Ji 12'ê kanûnê û vir ve, avahiya navenda giştî ya partiyê di nav de, li dijî 59 avahiyên partiyê êrîş pêk hatin. Di van êrîşan de ji ber kes nehat binçavkirin, wêrekiyek li êrîşkaran peyda bû. Komîsyona Huqûqê ya HDP'ê jî der barê êrîşkar û rayedaran de, amadekiriyên gilîkirinê dike.
Her wiha li gel van êrîşan, bi awayekî hemwext starta binçavkirinan jî hat dayîn. Bi sergirtina bi dehan navendî pêk hat û di van serdegirtinan de zêdeyî hezar kesî hatin binçavkirin. Piraniya kesên di bin çavan de, hîn jî nizanin bi çi tên tawanbarkirin.
Têkildarî van êrîş, binçavkirin û girtinan Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu axivî.
‘HDP LI DIJÎ SEROKATIYÊ ASTENGA HERÎ MEZIN E'
Kurkçu ê êrîşên li dijî partiya wan nirxand got, ji ber li dijî rejîma "serokatiyê" ya Serokomar Erdoganî astenga herî mezin ew in, partiya wan rastî êrîşan hatiye. Kurkçu anî ziman ku, hemû êrîşên li dijî HDP'ê jî perçeyeke ji vê planê ye û got, Erdogan û Wezîrê Karên Hundurîn Suleyman Soylû yê di bin emrî wî de ye, piştî her nîqaşên ewlehiyê li dijî HDP'ê, saziyên wan û rêveberên wan, dibin hinceta êrîşan.
Kurkçu wiha axivî: "Li Tirkiyeyê piştî her bûyerê, HDP hedef tê nîşandan. Pişt re, êrîş bi awayekî plankirî pêk tên. Girtin, hemû êrîş derhuqûqî ne. Wisa dixuyê ku, wê di mehên pêş de jî ev êrîş zêde bibin. Di nêvenga şerê navxweyî de, muxalefeta HDP'ê ya li dijî Erdoganî nepixiye, tê astengkirin. Hemû îtiraza wî jî, li ser girtina ber çav a şerekî navxweyî yan jî negirtina berçav a vî şerî hatiye avakirin. Ev êrîşeke ku vebijêrka demokratîkbûyînê ji holê radike."
‘DIVÊ ENIYA BERXWEDANÊ BÊ AVAKIRIN'
Kurkçu anî ziman ku, divê li dijî êrîşên HDP'ê yan jî yên li dijî gelên Tirkiyeyê, hemû hêzên demokrasiyê bên gel hev û dest nîşan kir ku, divê eniyeke berxwedanê bê avakirin û li dijî êrîşan têkoşîneke bi hev re bê dayîn. Kurkçu wiha domand: "Heke di eniya berxwedana demokratîk de HDP tenê bê hiştin, wê ev wek rûreşiyekê derbasî dîrokê bibe. Dema wisa bibe, wê li dijî faşîzmê têkoşîn xwe nede der. Ji dêvla îtirazên huqûqî, divê bi têkoşîneke civakî gel bên gel hev. Heta niha ji aliyê hêzên muxalefet ên din tenê hiştina HDP'ê xefleteke mezin e. Dizanin ev rewş di tabanê CHP'ê de jî bûye cihê bertekeke mezin. Divê ev hemû hêz û dînamîk tevbigerin. Em van êrîşan qebûl nakin. Li dijî van êrîşan em ê bi eniya berxwedanê rawestin û berxwedana xwe bidomînin."