Parlamenterê HDP'ê Geverî: Êrîşên li dijî HDP’ê têkçûyîna AKP'ê nîşan dide

ENQERE - Parlementerê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî têkildarî êrîşên li dijî avahiyên HDP’ê diyar kir ku armanca êrîşên li dijî avahiyên HDP’ê pêşîgirtina siyaseta HDP’ê ye.

Piştî êrîşa li dijî polîsên hêzên çevîk a Beşîktaşa Stenbolê û êrîşa li Qeyseriyê li dijî leşkeran pêk hat, zêdeyî 600 endam û rêveberên HDP û DBP'ê hatin binçavkirin û zêdeyî 60 navdên HDP'ê rastî êrîşên komên nêzî MHP'ê hatin. Herî dawî du roj berê li Navçeya Karataşa Edeneyê awahiya HDP’ê rastî êrîşa komekê hat û li ser nivîsa “Em hatin hûn ne li vir bûn” nivîsandin. Parlemenerê HDP’ê yê Wanê êrîşên li dijî endam û avahiyên xwe şermezar kir û diyar kir ku ev ji aliyê hikûmetê ve wekî bername hatiye amadekirin û komên cuda vê yekê ji bo xwe derfet dibînin û êrîşî avahiyên HDP’ê dikin. Geverî destnîşan kir ku ji ber hikûmetê di şerê daye pêşiya xwe de bi ser neket û encam negirtin niha dixwaze ku nûnertiyên wan bi awayekî dijqanûnî têk bibe û wan ji siyaseta demokratîk dûr bixe.

‘NIJADPEREST LI GORÎ BERNAMEYA HIKÛMETÊ TEVDIGERIN’

Geverî da zanîn ku êrîşên li dijî awahiyên HDP’ê ji aliyê dewletê ve tên kirin û wiha axivî: “Bi awayekî aşkera ev êrîş bi destê dewletê tên manûplekirin. Armanc pêşîgirtina HDP’ê ye û bi vî awayî dixwazin îradeya gelê kurd bişkînin. Ev bername hikûmeta daye pêşiya xwe û komên nijadperest li gorî bernameya ku ji aliyê hikûmetê ve hatiye amadekirin êrîşî avahiyên HDP’ê dikin, amûrên di avahiyan de dişewitînin û tarû mar dikin. Ev nijadpersetiyek faşîst e. Komên faşîst hêza xwe ji axaftinê hikûmetê digirin. Ger hikûmet şirîkê van êrîşan nebe dê van êrîşên dijmirovî şermezar bike.”

‘HIKÛMETÊ BERNAMEYA ŞER DAYE PÊŞIYA XWE’

Geverî da xuyakirin ku hikûmetê bernameya şer daye pêşiya xwe û dixwaze mûxalefetê tune bike û wiha berdewam kir: “Em hemû dizanin ku bernameya dewletê daye pêşiya xwe bernameya şer e. Hikûmet jî her tim li gorî vê bernameya xwe axaftina dike û dixwaze mûxalefetê tune bike. Ez vê helwesta hikûmetê bi tundî şermezar dikim û ev yek nayê qebûlkirin. Ev helwesta hikûmetê li dijî prensîbên demokrasî û mirovahiyê ye. Lê bi ajandayekî veşartî hikûmet dixwaze vê prosûdorê ji bo ku di lehê xwe de encamekê bigire dixwaze tu mûxalefetê li Tirkiyeyê nehêle.”

‘HIKÛMETÊ NEKARÎ ÎRADEYA GEL BIŞIKÎNE'

Geverî bi lêv kir ku êrîşên li dijî HDP’ê tên kirin têkçûyîna hikûmetê nîşan dide û wiha domand: “Ji ber ku hikûmet têk çûye û di nav bêzariyê de ye êrîşî HDP’ê dike û dixwaze HDP’ê dûr siyaseta demokratîk bixe. Ji ber ku hikûmetê ev şerê ku daye pêşiya xwe serneket, tu encam negirtin û nekarî îradeya gelê kurd bişikîne niha dixwaze ku van bingeh û nûnertiyên me bi şêveyeke dijqanûnî têk bibe û bi vî awayî me dûrî siyaseta demokratîk bixe. Lê em bi biryarî her tim dibêjin ku em ê heta dawiyê siyaseta xwe ya demokratîk bidin meşandin û ji bo azadiya gelan em ê her tim têkoşîna xwe berdewam bikin.”

‘HIKÛMET GEL TEHRÎK DIKE’

Geverî destnîşan kir ku AK Partî di demek nêz de dê meşrûyeta xwe winda bike û wiha pêde çû: “Hikûmeta AKP'ê bi siyaseta xwe ya ku niha dide meşandin diyar dike ku êdî hêdî hêdî meşrûyeta xwe winda dike. Ev têkçûyîna AKP'ê dê bibe sedema rewşa aram a Tirkiyeyê. Ev hawldanên niha ku dixwazin gel bi eqleke şowenîst bixin kolalan û li dijî kurdan dixwazin wan tehrîk bikin dê têk biçin û dê di demek nêz de bên darizandin. Hikûmet bi awayekî zelal ciwanan tehrîk dike û ew jî tên lîstikên hikûmetê û êrîşî vîna gelê kurd dikin. Ev nayê qebûlkirin û yên ku van tiştan dikin dê hesabê bidin gelê kurd.”

‘SIYASETA AKP'ê DIBE SEDEMA TEQÎNA BOMBEYAN’

Geverî herî dawî wiha got: “Em hikûmetê careke din hişyar dikin û dibêjin ev siyaseta ku îro hikûmetê daye pêşiya xwe ne siyasetekî bi eqlane ye. Ev siyaseta AKP'ê aramiya hemû Tirkiyeyê têk dibe. Ger hikûmet vê siyaseta xwe ya dijdemokrasî berdewam bike dê bibe sedema gelek tiştên ne baş. Ger wiha berdewam bike mimkûne ku gelek hêzên tarî bibin sebebê hin cînayetan. Sedema rewşa îro ku li Tirkiyeyê tê jiyîn hikûmeta AKP'ê ye. Em dibînin siyaseta AKP'ê ya dijdemokrasî dibe sedema teqîna bombeyan û di encama van teqînan de gelek kes jiyana xwe ji dest didin. Êdî siyaseta kuştin û komkujuyan li Tirkiyeyê nayê pejirandin. Ger hikûmet samîmî be bila destpêkê mafê siyaseta demokratîk nas bike û bi vî awayî tevbigere.”