ENQERE - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen diyar kir ku li Sûriyeyê karê rakirina mayînan dane artêşa Tirk û xwest ji raya giştî re bê ragihandin ku pêkane bi sedan cenazeyên leşkeran bên. Bîlgen, parlamenterên AKP'ê jî rexne kir û got "Dema me got bêyî em naverokê nebînin em îmze nakin. Me got we naveroka metnê dîtiye. Lê we got qîmeta wê tune. Niha jî em dibêjin roj baş.
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen, li navenda giştî ya HDP'ê civîneke çapemeniyê pêk anî. Bîlgen, ewil polîtîkaya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê rexne kir û wiha got: "Ev polîtîka ji destpêkê ve şaş bû û Tirkiye niha berdêla wê şaşitiyê dide. Di destpêkê de bazarî bi DAIŞ'ê re hat kirin û ji wan re gotin 'girseya bi hêrs'. Dema ku li qada navneteweyî nerazîbûnên li dijî DAIŞ'ê zêde bûn, vê carê têkilî bi Nûsra re dewam kir. Parlamenterên me gelek caran li Meclîsê dan xuyakirin ku berdêla vê têkiliya bi Nûsra re wê ji bo Tirkiyeyê gelekî giran be. Ji aliyê Rûsyayê ve jî weke rêxistina terorê hate dîtin, lê belê rayedarên dewletê bi daxuyaniyên xwe ragihandin, ku ew bi vî çavî li Nûsra nanêrin. Cîhan tev dizane bê Nûsra mûxalîfeke çiqasî nerm e yan nîne. Em ê di demeke nêz de bibînin, hemû rêxistinên di bin sîwana Artêşa Azad de tevdigerin, weke rêxistina terorê bên binavkirin."
'DIBE KU BI SEDAN CENAZE BÊN'
Bîlgen, bal kişand ser leşkerên 'Tevgera Mertala Firatê' û wiha berdewam kir: "Divê ji raya giştî re bê ragihandin ku ji bo bajarekî bi nifûsa 300 hezar kesî ji destê rêxistinekê bê derxistin, dibe ku bi sedan cenaze werin. Artêşa Azad beriya niha nikarîbû gundên di destê xwe de jî biparêze û teslîm kir. Kî dê El Babê bi rê ve bibe? Artêşa Azad a ku nikare gundekî jî biparêze? an jî Tirkiye?"
'KARÊ RAKIRINA MAYÎNDAN DANE TIRKIYEYÊ'
Bîlgen, bibîrxist ku yên heta niha DAIŞ xwedî kirine, niha paqijkirina vî karî, rakirina mayînan dane Artêşa Tirk û wiha got: "Polîtîkaya li ser Iraqê encamên çawa yên şaş derxist holê, ya Sûriyeyê jî wê encamên şaş bafirîne. Eger îro hin kes neçar in şerbeta şehadetê vexwin, sedema vê yekê rêveberên Tirkiyeyê ne."
‘BI KORANE ÎMZE DIKIN'
Bîlgen, bal kişand ser guhertinên Qanîsyona Qanûna Bingehîn û wina lê zêde kir: “Em ji parlamenterên ku berê metîn îmze kir û piştre dest bi niqaşên naveroka qanûnê kirin re dibêjin roj baş. Dema me got 'We naverok dîtiye ku hûn îmze dikin?' Wan got qîmeta wê tune . Niha hêj nû niqaş dikin. Îro her tişt berovajî dimeşe. Her tişt lîstike û tê amadekirin."
JI 12'Ê KANÛNÊ HETA NIHA 817 HDP’î HATIN BINÇAVKIRIN
Bilgen, herî dawî destnîşan kir ku ji 12'ê kanûnê heta niha 16 jê hevserokên bajaran, bi giştî 817 endam û rêveberên wan hatine binçavkirin. Bîlgen, da zanîn ku hêj di bin çavan dene û dernexistine pêşberî dozgeriyê. Bîlgen, binçavkirina Wekîla Seroka Meclîsê Pervîn Buldan jî şermezar kir û wiha got: "Der barê Buldan de 50 fezleke hatine amadekirin. Der barê hin hevalên me de zêdeyî 100 fezlekeyî hatine amadekirin. Ev operasyon ji bo astengkirina vîna siyasî ye. Hûn çi bikin jî dê vîna siyasî hebûna xwe berdewam bike. Ji ber vê yekê dest ji vê şaşiyê berdin. Em dixwazin kuştin rawestin û operasyon bi dawî bibin.