STENBOL - Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, anî ziman ku ne HDP, yên rê li pêş aştiyê digirin ji bombeyên li welat diteqin berpirsiyar in.
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Huda Kaya, têkildarî nîqaşên xitimandina siyaseta li Tirkiyeyê û polîtkayên şerî yên her diçin dijwartir dibin, pirsên dîhaberê bersivandin.
Kaya anî ziman ku, dixwazin HDP'ê bêqîmet bikin û wiha got: "Binêrin, bi MHP'ê re îttifaq çêkirin, bi awayekî qismî be jî bûn yek, lê bi HDP'ê re pirsgirêka DNA'yê ya vê pergalê heye. Bêyî ferzkirina bawerî, nasnameyî em bi temamî xwedî sekneke wekhev, azad in. Ev rastiya me, noqteya bingehîn a nelihevanîna vê xwînê ye. Ji ber vê bû ku, ev hewldanên antîdemokratîk veguherandin civakeke hesas ku Tirkiyeyê bi rasteqîniya 15'ê Tîrmehê re rû bi rû hişt."
'LI HEMBERÎ GAVÊN DÎROKÎ XWE LI NEDÎTIYÊ DANÎN'
Kaya balê kişand ser hevdîtinên pergala serokatiyê û got, ew wek partiya muxalefetê ya 3'yemîn li derveyî van hevdîtinan hatine hiştin û dest nîşan kir ku, ji bo danderiya hemû derdorên civakê, diviya HDP bi awayekî meşrû di nav van nîqaşan de cih bigirtana. Kaya ragihand ku, HDP ji ber daxwaza xwe yî qanûna bingehîn a azadîxwaz li derveyî van nîqaşan hatiye hiştin û got, ew ê ji sekn û têkoşîna xwe tu carî tawîz nedin. Kaya wiha domand: "Ji ber vê naxwzin HDP daxilî van nîqaşan bibe. Çimkî, em hemû dibînin ku, wê qanûneke bingehîn a yekdengî, yekmêrî, yekalayî, dewletî, etnîkî pêk bînin."
'CHP ENTEGREYÎ PERGALÊ BÛYE'
Kaya polîtîkaya CHP'ê jî nirxand û got, CHP entegreyî vê pergalê bûye û wiha domand: "Ji ber vê, îro AKP bûye yan nebûye, dibe ku ev biguhere, dibe ku sibê partiya X bibe, lê di vê pergalê de cih û nirxa CHP'ê sabît e. CHP qet naxwaza ev pergal birînî bibe. Ji îktîdara AKP'ê wirdetir, mecbûriyeta ku dixwaze bi Rêveberiya Beştepeyê re nêz be hîs dike, çimkî naxwaze ev pergal lawaz bibe."
‘BERPIRSIYARÊN ŞIDETÊ YÊN RIYA AŞTIYÊ GIRTINE BI XWE NE'
Kaya polîtîkaya şidetê ya her diçe zêde dibe û li Tirkiyeya ku hema bêje her roj bombe lê diteqin û wek berpirisyra HDP tê nîşandan jî nirxand û piştî teqînên li Kayserî û Beşîktaşê êrîşên li dijî avahiyên HDP'ê bi bîr xist û wiha got: "DAIŞ jî bombeyê biteqîne berpirsiyar HDP tê nîşandan, bedêla wê bi HDP'ê didin dayîn. Heke derdorên cuda jî serî li şidetê bidin, dîsa bedêlê bi HDP'ê didin dayîn. Min piştî teqînên li Beşîktaş û Qeyseriyê jî anî bû ziman, teqez berpirsiyarên vê şidetê ew kesên rêya aşitiyê girtine bi xwe ne. Derdorên ku teslîmî polîtîkayên şer bûne û dengê xwe dernaxînin bi xwe ne."