Erdogan: Ji bo axê pêdivî bi şehîdan heye

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokomar Tayyip Erdogan di Lijneya Giştî ya Desteya Têkiliyên Aboriya Derve (DEIK) a Tirkiyê de diyar kir ku ew destûr nadin li Bakurê Sûriyê dewlet bê avakirin û wiha got: "Bê guman şehîdên me canê me diêşînin. Lê ji bo welat şehîd û gazî lazim e."


Serokomar Tayyip Erdogan di civîna Lijneya Giştî ya Desteya Têkiliyên Aboriya Derve (DEİK) ya Tirkiyeyê de bal kişand ser aboriya Tirkiye û wiha got: "Berî her kesî karsazên me li hefefa me ya 2023'an xwedi derdikevin. Yên projeyên xwe yên razemeniyê taloq dikin û yên êrîşî aboriyê dikin di heman refî de ne. Ez dibêjim Seferberiya Neteweyî. Ez nabêjim çek têxin destê xwe û dakevin kolanan. Divê faîz bê daxistin. Ji bo razemenî bê kirin divê faîz bê daxistin. Divê li vi welati razemenî bê kirin. Li Deryaya spî û Egeyê 6 hezar însan di deryayê de jiyana xwe ji dest dan. Ma derdê wan heye?

‘PÊDIVIYA ME BI ŞEHÎDAN HEYE'

Serokomar Erdogan herî dawî bal kişand ser rojava û wiha got: "Ger ku li Bakurê Sûriyê dewlet bê avakirin dê Dîlok û Kilis di talûkeyê de be. Em destûr nadin ku li Bakurê Sûriyê dewlet bê avakirin. Li wir şehîdê me çê dibin. Canê me diêşe. Lê ji bo ev ax bibe welat pêdiviya me ji şehîdan heye. Ger ku ne ji xwînê me al nabe al. Ger ku di oxira wî de mirin tune be ne welat e.