‘Rawestandina muzakereyan wê aboriyê perîşan bike’

STENBOL – Pisporê YE’yê Prof. Dr. Cengîz Aktar rakêşiya di navbera Tirkiye û YE’yê de nirxand û got, heke muzakere bi temamî rawestin wê aboriya Tirkiyeyê zêde bixisire.

Pisporê YE’yê Prof. Dr. Cengîz Aktar ê ku atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê û rakêşiya di navbera wê û Yekîtiya Ewropayê (YE) de nirxand û pêvajoyê ji dîhaberê re şîrove kir.

Aktar diyar kir ku, dibe ku pêşnûmaya rawestandina muzakereyên endamtiya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya Tirkiyeyê di Parlementoya Ewropayê (PE) re derbas bibe û got, tu rayeyeke navbera PE’yê ya ji bo rawestandina muzakerayan tune ye. Anî ziman ku, lê belê heke biryara “rawestandina muzakereyan” derkeve, wê ev bandorê li ser dewletên endamê yekîtiyê ne jî bike.

‘MUZAKERE TUNE YE DIYALOGA SIYASÎ HEYE’

Aktar bi bîr xist ku, rawestandina muzakereyan an jî pasîfkirina wan di maddeya 3’yemîn a çarçoveya muzakereyan de cih digire û derbarê rawestandina muzakereyan de ev tişt gotin: “Eger Tirkiye, li dijî krîterên siyasî yên Kopenhagê tevbigere, rawestandin bi daxwaza komîsyonê yan jî bi daxwaza ji 3’yan yek a dewletên endam yanî li ser daxwaza 9 dewletên endam dibe ku ev têkeve rojevê. Lê belê, ez nebawerim wê were vê merhaleyê. Çimkî bi awayekî fiîlî muzakere hatine rawestandin. Yanî muzakere tune ne. Qaşo 15 fasil hene. Ji vana muzakereya yekî ji wan jî bi layîqî nayê kirin. Her wiha welatên wek Avûstûrya yên dixwazin muzakereyên bi Tirkiyeyê rawestin, wê di vekirina fasilan de mafê xwe yî vetoyê bi kar bînin. Çimkî, ji bo fasileke nû bê vekirin divê hemû welatên endam wê erê bikin, yanî yekîtiya dengan. Niha ev yekîtî tune ye, fasilek nû nayê vekirin. Ev j, tê wateya qedandina wan muzakereyên ku heta niha baş nemeşiyane. Hayê her kesî ji vê heye. Duşema borî Konseya Wezareta Karên Derve di belgeya xwe yî hevpar de, êdî behsa muzakereyan jî nake. Tenê behsa diyalogên siyasî tê kirin.”

BOBELATA DAWÎ: DARDAKIRIN

Aktar daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê Walter Steînmeîer “ Divê paytextên Ewropayê biryara muzakereyê nedin, divê Tirkiye biryara têkildarî YE’yê bide” bi bîr xist û wiha axivî: “Ji xwe Serokomar Erdogan bi referandûma hem ji bo cezayê dardakirin û hem jî ji bo ‘Hûn YE’yê dixwazin an na?’ re, bi awayekî ne yekser be jî biryar daye û li gor vê tevdigere. Ji xwe YE’yê jî got, heke cezayê dardakirinê têkeve meriyetê, wê muzakere bên rawestandin. Dê ew bibe bobelat dawî.”

‘TIRKIYE JI XETÊ DERKETIYE’

Aktar dest nîşan kir ku, rawestandina muzakareyên YE û Tirkiyeyê ji sala 2013’an de xwe dane der û wiha got: “Ji 2013’an ve Tirkiye li gor rêgez û pîvanên YE’yê ji xetê derketibû. Niha jî, bi temamê ji xetê derketiye. Ber bi aliyekî pir cuda ve diçe. Wê xesara vê zêde be. Ji xwe aboriya ku di tengasiyê de ye, heke Tirkiyey bi temamî ji YE’yê biqete, wê di qada navnetewî di perîşan bibe.”

‘TIRKIYE FIRSENDÊN KETIN DEST, JI DEST XWE REVAND’

Aktar dest nîşan kir ku, Tirkiye di mijara beşdarbûna YE’yê de gelek firsend ji dest xwe revandine û şik û gumanên xwe wiha anî ziman: “Ji aliyê welat û zarokên welat ve gelek firsend hatin hebakirin. Gunehê vê di stuyê her kesî de ye. Nebaş bû. Ji niha û pê ve zîndekirina wê pêvajoyê wê zaf zehmet û dijwar be.”