Tanrikulu: Em û hikûmet berpirsyarên jiyana Ahmet Turk in

ENQERE - Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu têkildarî rewşa Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir ku dadgerên niha li şûna li gorî hiqûqê biryarê bidin, li gorî daxwazên hikûmetê biryarê didin. Tanrikulu, diyar kir ku ew û hikûmet berpirsiyarê jiyana Turk in.

Di 15'ê Tîrmehê û şûnde operasyonên li dijî HDP û DBP'ê zêde bûn. Di 5 mehên dawi de 12 parlementerên HDP'ê, 23 hevserokên HDP'ê yên bajaran, 44 hevserokên HDP'ê yên navçeyan, 17 hevserokên DBP'ê yên bajaran û 42 hevserokên DBP'ê yên navçeyan jî di navde zêdeyî 750 rêveber hatin girtin. Neta niha 69 hevşaredar hatine girtin û qeyûm tayînî 51 şaredarî hatiye kirin. Li şûna hevşaredaran walî û qeymekam wekî qeyûm hatin tayînkirin. Yek ji hevşaredarên hatin girtin Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê 74 salî ye. Turk ji kar hat dûrxistin, piştî dûrxistinê hat binçavkirin û girtin. Turk devî nexweşiya xwe ya dil rewşa tenduristiya wî xerab e. Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu têkildarî rewşa Ahmet Turk ji dîhaberê re axivî û diyar kir ku ji ber li Tirkiyeyê hiqûq tune, dadger li gorî serê xwe biryarê didin û kesên bê sûc diavêjin girtîgehan. Tanrikulu bi lêv kir ku ew û hikûmet berpirsyarên jiyana Ahmet Turk in.

‘GIRTINA AHMET TURK DIJHIQÛQÎ YE’

Tanrikulu da zanîn ku Ahmet Turk 6 serdema li parlementoyê têkoşîna siyaseta demokratîk û aştiyê meşand û wiha got: “Birêz Turk ji 1970’an heta niha 6 serdemin di parlementoyê de wekî siyasetmedarê siyaseta demokratîk cih digire. Herî dawî bû Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê. Piştî tayînkirina qeyûma li dijî Şaredariya Mêrdînê hêj 4 roj derbas nebûn birêz Turk hat binçavkirin û hat girtin. Girtina birêz Turk ne li gorî pîvanên hiqûqê ye. Bi taybet kesên wekî birêz Turk ji bo aştiyek mayînde bi salan e siyasetê dike. Lê mixabin kesên wekî birêz Turk niha girtî ne."

‘AHMET TURK BÊ DELÎL HAT GIRTIN’

Tanrikulu destnîşan kir ku tu delîlên ku bibi sedema girtina Turk tune ne û axaftina xwe wiha domand: “Em hemû dizanin ku tu delîlên ber bi çav di destê dewletê de tune ne ku bibin sedema girtina birêz Turk. Gelek kes sedema hin delîlan tên girtin û cezakirin. Lê ji bo birêz Turk tu kes nikare tiştek wiha bîne ziman. Ji ber ku tu delîl nayên nîşandan û birêz Turk di girtîgehê de bi awayekî dijhiqûqî tê girtin, ev yek ji bo girtina kesên wekî birêz Turk şermekî mezin a dewletê ye. Cihê kesên wekî birêz Turk ne girtîgeh, jiyanekî azad a derve û meşandina siyasetekî demokratîk e.”

‘DADGER JI HIKÛMETÊ DITIRSIN’

Tanrikulu da xuyakirin ku di navbera dadgerên berê û yên niha de gelek cudahî heye û wiha pêde çû: “Dadgerên berê dema ku kes dihatin girtin û derdiketin dadgehê, berê xwe didan temen û tenduristiya wan li gorî vê biryar didan. Lê dadgerên niha bi awayekî hov biryar didin û rastgele hemû kesê digirin û diavêjin girtîgehan. Ev yek jî nîşan dide ku li Tirkiyeyê hiqûq ji holê hatiye rakirin. Dadger şûna ku mafê hiqûq û edaletê biparêzin, kursiya xwe qahîm dikin û naxwazin ji karê xwe bên avêtin. Ev jî tirsa dadgeran a ji hikûmetê tê nîşan dide. Ger li welatekê dadger hikûmetê bitirsin li wî welatî tu kes nikare qala demokrasiyê bike. Niha ev welat Tirkiyeyê, dadger ji hikûmetê ditirsin, şûna ku bi awayekî hiqûqî biryarê bidin, ji tirsa hikûmetê li gorî berjewendiyên hikûmetê biryarê didin.”

‘BIRYAR DIJHIQÛQ Û DIJWIJDANÊ NE’

Tanrikulu anî ziman ku tirsa dadgeran û biryarên ku ew didin dijhiqûqî û dijwijdanê ne û wiha got: ”Dadgerên îro ji ber ku hikûmetê ditirsin û li gorî hikûmetê biryarê didin dijhiqûqî û dijwijdanî tevdigerin. Tu hiqûqan de tu kes nikare li gorî şexsekê biryarê bide û kesan bidarêzîn e. Ya ku îro li dijî birêz Turk pêk tê ev e. Birêz Turk roja ewil heta niha dibêje ku bila pirsgirêka kurd bi awayekî demoratîk bê çareserkirin û bila tu kes nemir e. Birêz Turk her tim gotiye ku divê bê çek û bê tundîtî pirsgirêka kurd bê çareserkirin û jibo na vê yekê jî ya bikeve ser milê min ez ê bikim.”

‘EM Û HIKÛMET BERPIRSYARÊN JIYANA AHMET TURK IN’

Tanrikulu aşkera kir ku Ahmet Turk nexweş e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em hemû dizanin dilê birêz Turk bi pîlê dişixul e. Hemû kes dizane ku ev demek dirêj e birêz Turk nexweşê dil e. Ger dilê wî radiweste pîl dişixul e û bi vî awayî birêz Turk jiyana xwe berdewam dike. Cihekî wekî girtîgeh bi tu awayî mirov nikare xwe bigihîne ji doktoran. Girtina birêz Turk a girtîgehê mûdaxeleya jiyana wî ye. Em hemû dizanin ku Ahmet Turk tu caran nabêje ez nexweşim û min serbest berdin. Em û hikûmet berpirsyarên jiyana birêz Ahmet Turk in.”