Çavuşoglu: Dibe ku di her kêliyê de agirbest li Sûriyê bê îlankirin

NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, diyar kir ku dibe di her kêliyê de li Sûriyê agirbest bê îlankirin. Çavuşoglu, bi bersîva DYA ya 'Me alîkariya çekan bi YPG'ê re nekiye. Nokta' bersîv da DYA'yê û got: “Heta îro DYA çek dane YPG'ê. Nokta".

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, di qanalek tv de axivî û got: "Dibe ku di her kêliyê de li Sûriyê agirbest bê îlankirin. Em difikirin ku vê pêvajoyê berî sersalê temam bikin. Em bi pisporên xwe re muzakereyan dikin. Em muxalefet û Rusya anî cem hev. Rûsya dê garantiya rejîmê be.

BI BERSÎVA DYA'yê BERSÎV DA

Çavuşoglu, bersîva Sefîrê DYA yê Enqereyê ya "Hikûmeta DYA alîkariya çek û teqemeniyan nedaye YPG ango PKK’ê." bi heman bersîvê da û got: "Heta îro DYA alîkariya çekan daye YPG'ê. Nokta" da.

KOALISYON PIŞTGIRIYÊ NADE MERTALÊN FIRATÊ

Çavuşoglu, hewesta DYA û koalisyonê jî rexne kir û ji ber ku alîkariyê nade Mertalên Firatê tawanbar kir.