Bîlançoya çewsandin û pêkûtiyên salekê ya li ser DBP'ê

AMED - Di sala 2016’an de bi konsepta şer a hikûmeta AKP’ê re DBP ya ku siyaseta demokratîk li heremê dimeşîne bû hedefa êrîşên qirkirina siyasî. Di salekê de Hevseroka DBP’ê ya Giştî Sebahat Tuncel jî di nav de bi hezaran rêveber û endamên partiyê hatin girtin, 51 şaredariyên DBP’î bi riya qeyumê hatin desteserkirin û 71 hevşaredar jî hatin girtin.

Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ku li heremê siyaseta demokratîk dimeşîne û di hilbijartinên herêmî de 106 şaredarî bi dest xistibûn, di sala 2016’an de bi şerê li heremê tê meşandin re rastî êrîşên qirkirina siyasî hat. Bi şerê roj bi roj kûr dibe re, li pêşberî wê qadên siyasetê jî dihatin tune kirin. Li gel polîtîkayên dewletê ya li dijî DBP’ê ango siyaseta kurd hewldanên siyaseta demokratîk qût nebû.

DI SALEKÊ DE 3 HEZAR Û 87 KES HATIN GIRTIN

DBP ji destpêka salê ve ji hêla Serokomar Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim û rayedarên hikûmetê ve her tim hedef hatin nîşandan. Bi van polîtîkayan re, piştî hewldana derbeya 15’ê Tirmehê operasyonên qirkirina siyasî li dijî DBP’ê bi awayekî berfireh dest pê kirin. Di çarçevoya operasyonên li hemberî rêveber û endamên DBP’ê de nêzî 10 hezar kes hatin binçavkirin û ji van 3 hezar û 87 kes jî hatin girtin.

Di nava salê de her du hevserokên giştî, 71 hevşaredar, yek jê aligirê hevserokatiya giştî, gelek endamên meclîs û endamên lijneya navendî ya partiyê hatin girtin. Hevserokê Giştî Kamûran Yuksek di 13 gulanê de hat girtin û piştî 5 mehan hat berdan. Yuksek hat berdan, lê vê carê Hevseroka Giştî Sebahat Tûncel di 6'ê mijdarê de hat girtin. Herî dawî Aligirê Hevserokê Giştî Seydî Firat bi hinceta xebatên xwe yî KCD’ê hat girtin.

DI 112 ROJAN DE 51 ŞAREDARÎ HATIN DESTESERKIRIN

Bi domkirina operasyonên qirkirina siyasî di 11’ê îlonê de bi riya qeyumê şaredariyên DBP’î hatin desteserkirin. Di vê çarçovoyê de Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê jî di nav de 51 şaredariyên DBP’î bi riya qeyûmê hatin desteserkirin û 14 şaredariyên DBP’î ji bi awayek fiîlî hatin desteserkirin. Her wiha bi desteserkirina şaredariyan re, hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk û hevşadarê Wanê Bekîr Kaya jî di nav de 71 hevşaredar hatin girtin.

LI ŞIRNEX Û COLEMÊRGÊ HILBIJÊR NEMAN

Li bajar û navçeyên Şirnex û Colemêrgê ku di hilbijartinên heremî de hebûna AKP’ê jî li holê nema, DBP di hilbijartinan de hemû şaredariyên heremî bi awayekî demokratîk bi dest xist. Lê di encama operasyonên qirkirina siyasî de vîna gel tune hat heisbandin û li Şirnex û Colemêrgê tu kesên hilbijartî neman.

2 DBP’î HATIN QETILKIRIN

Di nava salê de bi hezaran DBP’î hat girtin û binçavkirin, lê li aliyê din jî di dema şer û pevçûnên qedexeya derketina derve de Endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Yavûzel li Cizîrê, Endama Meclîsa DBP’ê Sêvê Demîr jî li Silopiyaym ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin.