Dîrokzanê kurd Kayhan: Şertên Kongreya Netewî ya Kurd ji her demê guncantir in

ENQERE- Dîrokzanên kurd Sebahattîn Kayhan şert û mercên pêkanîna Kongreya Netewî ya Kurd nirxandin û diyar kir ku, di dîrokê de kurd hatine gel hev û anî ziman ku, di vê serdemê de jî ew tu astengiyê li pêşberî pêkanîna Kongreya Netewî ya Kurd nabîne.

Dîrokzanên kurd Sebahattîn Kayhan ê li Fransayê li dibistana EHESS - École des Hautes Êtudes en Sciences Socialesê li ser dîroka kurd xebatên doktorayê dik, têkildarî pêkanîna Kongreya Netewî ya Kurd ji dîhaberê re axivî. Kayahan got, gelê kurd li Rojhilata Navîn gelek parametreyên netewbûnê di xwe de dihebîne, lê tiştek kêm e, ew jî "yekîtî" ye û wiha dest nîşan kir: "Kurd jî wek tevgerên netewî yên azadiyê yên cîhanê, beriya azadiya xwe bi dest bixin, divê jid erveyî partî û kesan yekîtiyê bi dest bixin."

Kayhan anî ziman ku, di dîrokê de sê hewldanaên "Kongreya Netewî ya Kurd" çêbûne û got, ji vana yek jê Cemiyeta Tealî ya Kurd, ya duyemîn piştî Şerê Cîhanê yê yekemîn bi temsîliyeta Şerîf Paşa, Hevdîtinên Aştiyê ya Parîsê û ya sêyemîn jî rêxistina Xoybûnê ye.

‘DIVÊ DILMAYÎNÊN BRAKUJIYÊ LI PAŞ BÊN HIŞTIN'

Kayhan anî ziman ku, divê Kongreya Netewî ya Kurd tenê di tekela partiyekê, pêşengekî yan jî derdorekê de neyê meşandin û wiha dest nîşan kir: "Divê hemû partiyên kurdan çi çekdarî û çi neçekdarî, lis er hev tehekumiya siyasî nekin. Divê partî û ferdên wan li hemberî hev, ji vegotinên dilmayinî, heqaretî û qebe dûr bikevin. Herî dawî wekî her kes dizane, sedema sereke ya li çar perçeyên Kurdistanê negihandina hev a kurdan, li gel şiklê wan î birêvebirin û vegotinên wan î polîtîk, wan êş û dilmayiyên di encama birakujiyê de xwe dan der, li paş bên hiştin û rûpelên nû bên vekirin. Heke vana pêk bên, em dikarin wê çaxê behsa pêkanîna Kongreya Netewî ya Kurd bikin."

Kayhan têkildarî awayê temsîliyeta kongreyê jî wiha got: "Tekane divê tişta kurd bikin ew e ku, li gor şert û mercên gelheyî û erdnîgarî bi rêya nûneran kongreyekê li dar bixin. Di vê kongreya ji hemû delegeyên herêman de, divê li gor berjewendiyên netewa kurd biryar bên wergirtin û li hemberî pirsgirêkan çareseriyên hevpar hilberînin. Her wiha dê mebesta kongreyên netewî ew e ku, di demên têkoşînê de yekîtiyê pêk bînin, li dor hemû nirxan têkoşînekê ber bi serketinê ev hêl bikin. Pişt re, meclîseke ku hemû hevgiran temsîl dike tê avakirin. Bi awayekî dîtir, kurdên li her çar perçeyî, serxwebûna xwe bi dest dixin û dikarin xwe wek federasyoneke Kurdistanê rêxistinbûyîna xwe pêk bînin."

‘WÊ BI KONGREYÊ ÊDÎ KURD JI CIHÊ XWE NEBIN Û VEGUHERIN HÊEKÊ'

Kayhan anî ziman ku, destkeftiyên sala dawî bi taybetî yên Rojavayê û perçeyên din, ji aliyê raya giştî ya cîhanê baş tên şopandin û wiha axivî: "Bi pêkhatina Kongreya Netewî ya Kurd re, wê bandora hêzên dagirkera a li ser Kurdistanê kêm bibe. Wê êdî kurd ji cihê xwe nebin, wê xwe bigihînin yekîtî û hêzekê. Kurd hêza vê sedsalê ne. Divê hemû rewşenbîrên kurd, di vê pêvajoyê de cudatiyên xwe yî bîrdoziyî deynin kêlekekê û bi awayekî wleatperweriyî piştevaniya hev bikin."

Selamî Aslan - dîhaber