ENQERE - Komîsyona Qanûna Bingehîn a Meclîsê pêşnûmeya guhertina qanûna bingehîn a ku di nav de "sîstema serokdewletiyê" jî heye qebûl kir.
Komîsyona Qanûna Bingehîn a Meclîsê pêşnûmeya guhertina qanûna bingehîn a ku di nav de "sîstema serokdewletiyê" jî heye ku di 20'ê kanûnê de dest bi hevdîtinan kiribû qebûl kir. Li ser pêşnûmeyê nîqaş bênavber 5 rojan berdewam kir. Pêşnûmeya guhertina qanûna bingehîn a ku ji 21 madeyan pêk dihat daket 18 madeyan û bi vî rengî hat qebûlkirin.
Meclîs ji bo ku guhertinê qebûl bike herî zêde roja dawî xebitî û piştî xebata 17 saetan a roja dawî pêşnûmeya guhertinê ji komîsyonê hat derbaskirin.