STENBOL - Di serokatiya Serokwezîr Bînalî Yildirim de dê li Dolmabahçeyê civîna ewlehiyê bê lidarxistin.
Li Navenda Şahiyê Reîna ya li Ortakoya Stenbolê piştî êrîşa çekdarî pêk hat û 39 kesan jiyana xwe ji dest dan û 65 kes birîndar bûn, di serokatiya Serokwezîr Bînalî Yildirim de dê li Dolmabahçeyê civîna ewlehiyê bê lidarxistin. Civîn dê saet di 12.30'an de li Ofîsa Serokwezîriyê ya Dolmabahçe civîn pêk bê. Dê Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş, Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, Wezîrê Tenduristiyê Recep Akdag, Waliyê Stenbolê Vasip Şahin û Midûrê Polisan ê Stenbolê Mustafa Çalişkan dê amade bibin.