HDP: Yên bi arkolk diçin agir berpirsiyar in

NAVENDA NÛÇEYAN - Lijneya Rêveber a Navenda HDP'ê têkildarî êrîşa li dijî navenda Şahiyê ya Reîna pêk hat û 39 kesan jiyana xwe ji dest dan, diyar kir ku kesên gavên çareseriyê navêjin û bi arkolk diçin ser agir berpirsiyariya wan a siyasî di nava vê yekê de heye.

Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî êrîşa li dijî Navenda Şahiyê ya Reîna ya Stenbole pêk hat û 39 kesan jiyana xwe ji dest dan û 65 kes birîndar bûn daxuyanî da.
HDP'e di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku di saetên destpêkê yên sala 2017'an de li dijî navenda şahiyê êrîş pêk hatiye û gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û wiha cih da daxuyaniyê: "Em vê êrîşa pêk hat bi tundî şermezar dikin. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane rahmetê û ji malbata wan sersaxiyê dixwazin. Ji birîndaran re jî şifayê dixwazin.


Hebûna siyasetmedarên ku bê berpirsiyar axaftinan dikin, ne di ferqa dewlemendiya nasnameyên rengîn ên Tirkiyeyê dene.
Ev nêzîkatiyên siyasî gav bi gav Tirkiye ber bi kaosê ve dibin. Em vê êşa giran parve dikin û carek din dibêjin; heta polîtîkayên hundir û derve yên rê li pêş enî û çeperan vedikin û dijminantiyê pêş dixin,
li ziman û feraseta xwe ya tundiyê pêş dixin ne baldar bin, dê ev fitlonek mezin bibe. Kesên ku gavên erênî navêjin û bi arkolkê diçin ser agir berpirsiyariyê siyasî ne. Em ji hemû civakê sersaxiyê dixwazin.