STENBOL - Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, helwesta Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ya li hemberî êrîşan rexne kir. Ji ber di gelek êrişan de Soylu HDP hedef nîşan da, Kaya piştî êrîşa li dijî Navenda Şahiyê ya Reîna, pirsa "Gelo Soylu, dê vê carê kê bike hedef" pirsî û wiha got: "Soylu got gelek agahî digêjin destê me. Çima tedbir negirt? Hemû kesên wekî wan nafikirin û najîn dikin hedef. Gotin û sekna wan a piştî komkujiyan dirûtiya wan nişan dide."
Di sala 2016'an gelek teqîn û êrîş pêk hatin. Tirkiye bi êrîşa li dijî Navenda Şahiyê ya Reîna ya Ortakoya Stenbolê dest bi sala 2017'an kirin. Di gelek êrîşan de Hikûmetê û Wezîrên Karên Hundir HDP hedef nîşan da. Di êrîşa 10'ê kanûnê de piştî li dijî polîsan êrîş pêk hat Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu HDP kir hedef û bi sedan endam û rêveberên HDP'e hatin binçavkirin. Serokomar Erdogan got "Ez erka xwe ya Serokomariyê bikar tinim û Seferberiya Neteweyî îlan dikim" piştî vê yekê bi dehan kom daketin qadtan û êrîşî avahiyên HDP'ê û saziyên demokratîk kirin. Di 17'ê Kanûnê de piştî li Qeyseriyê li dijî leşkerên komando êrîş pêk hat dîsa HDP hedef nîşan dan û li dijî 59 avahiyên HDP'ê êrîş pêk hatin. Di êrîşên li dijî avahiyên HDP'ê de alavên malan tar û mar kirin û talan kirin. Alên Tirk bi avahiyên HDP'ê vekirin. Balkêş e Wezîrê Karên Hundir Soylu, Serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokomar Erdogan ku erkên dewletê çawa ku êrîş pêk tên, bêyî lêkolîn bikin û delîlan ronî bikin, bi lez û bez HDP'ê hedef nîşan dide. Lê piştî êrîşa serê salê ku li Reîna ya Ortakoyê pêk hat li gel ku rojek di ser bûyerê re derbas bibe jî hêj Wezîr êrîşkar diyar nekirine û kes nehatiye binçavkirin. Wezîrê Karên Hundir Soylu piştî êrîşê got "Di destê me de gelek agahî hene. Lê hemû agahiyên îstîxbarî ne" Piştî bûyerê RTUK'ê têkildarî êrîşê qedxeya weşanê anî. Têkildarî êrîşan û hedefnîşandana HDP'ê Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, diyar kir ku ev helwesta hikûmetê û Wezîr dirûtî ye.
Piştî êrîşa li dijî Navenda Şahiyê Reîna ku 39 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 65 kes birîndar bûn, Wezîr Soylu got “Îstîxbaratên bi vî rengî her dem ji mere tên. Em hemû welat tedbîr tên girtin" Li gel tedbîrên zêde dîsa ev êrîş pêk hat.
DER BARÊ SOYLU DE GENSORU DAN
Serokwekîlên Koma HDP'ê Ahmet Yildirim û Filiz Kerestecîoglu, der barê Wezîrê Karên Suleyman Soylu de Gensoru dan meclîsê û xwest Soylu ji peyvirê bê girtin. Di gensoru de diyar kirin ku Wezîrê Karên Hundir bi kiryarên xwe aramî, serfirazî û silametiya civak û ewlehiya netew dixe talûkeyê û xwestin ji peyvirê bê girtin.
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, bertek nîşanî helwesta Soylu da û wiha got: "Piştî êrîşa li Qeyseriyê ji ber gotinên wezîran em li her derê rastî lîncê hatin.
Ji ber em rastî êrîşan hatin û hedef hatin nîşandan bi dehan wekîlên me û hevserokên me hati binçavkirin û hatin girtin. Serê salê dîsa êrîş pêk hatin. Kesên wekî wan nafkirin û najin bûn hedef. Helwesta Wezîr a li hemberî êrîşên din û vê êrîşê nîşaneya dirûtiyê ye. Îstîka karê mirovên bi wîcdan e. Dema ji pirsgirêkan re nebin çareserî îstîfa dikin. Ev karekî bi erdem e. Bi şev li Reîna êrîş pêk hatin. Gotin "Pîrozbahiya sersalê heram e" û êrîş kirin. Kes ne xwedî maf e ku jiyan û baweriya xwe pispêrê kesên din. Ez olekî wisa nas nakim. Di olê ku ez jê bawer dikim hurmet û rêzdarî heye. Ez bawer nakim ku berpirsiyarê vê êrîşê bibînin. Dê ser wê bigirin. Lê tu heqîqet di tariyê de namîne.