DBP bi rûspiyan re civiya

AMED - Rêxistina DBP'ê bi rûspî û oldarên li Amedê re civiya û têkîldarî geşadanên li herêmê û yekîtiya kurdan nîqaş kir.

Rêxistina DBP'ê li Amedê bi rûspiyan ve li Salona Konferansê ya Vedat Aydin civînek li dar xist. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, parlamenterên HDP'ê yên Amedê Sîbel Yîgîtalp, Nîmetullah Erdogmuş û Ziya Pîr beşdarî civînê bûn. Têkîldarî geşadenanê diqewimin endamê MYK'ê Omer Onen axivî.

Önen wiha got: "Di vê demê de tiştên ku diqewimin bandorê li hemû zindiyan dike. Her diçe sîstem ber bi xirabiyê ve diçe. Polîtîkayên qirêj ên ku li herêmê tê afirandin em ê bi hevre derbas bikin. Ji bo tiştên diqewimin yekîtî divê. Em ê niha û pêve biçin gund û bajaran û biaxivin. Li Amedê her pirsgirêk bandorê li me dike. Roj bi roj li dijî civak û zarokan polîtîkayên qirêj tê meşandin. Ev jî bandorê li hemû kesan dike. Kê çareseriyê bibîne, dîsa em ê bibînin. Bi hatina cem hev em ê pirsgirêkên xwe çareser bikin."

ERDOGMUŞ: EM Ê PIRSGIRÊKÊN XWE BI HEVRE ÇARESER BIKIN

Parlamenterê HDP'ê Erdogmuş jî diyar kir ku ji ber berpirsyariya li hemberî civakê pêwîstiya welat bi gel heye, pêwîstî bi komên ku pirsgirêkên civakî analîz dikin û dibin encamê heye. Erdogmuş destnîşan kir ku dema pexember de newekhevî, faîz û dek û dolab, nehiqûqî hebû û pexember ji ber vê yekê gelek aciz bû û ev pirsgirêk wekî pirsgirêkên xwe dîtiye û ketiye nava lêgerînê. Erdogmuş wiha axivî: "Îro jî em ê van pirsgirêkan çawa çareser bikin pêwîstiya me bi we heye. Ev kom ji aştiya civaka xwe berpirsyar e. Rojeva welat heye. Hûn dorpêça ku partiya me rû bi rû ye dizanin. Ji hevalên me yên meclîsê heta welatiyên li kolanan em di bin tehdîdetî çawa de ne hûn dizanin. Pirsgirêkên me zêde ne lê divê em moral û piştgiriyê bidin civakê. Pêdivî bi pêşniyarên rûspiyên civakê heye. Divê hemû kes berpirsyariya ku dikeve li er milê wan du qatî bi cih bîne. Em ê pirsgirêkan bi hevre derbas bikin."

GUL: PÊDIVÎ BI YEKÎTIYÊ HEYE

Endama MYK a DBP'ê Fatma Gul jî anî ziman ku di dîrokê de gelê kurd di her pêvajoyê de xwe parastiye û hatiye van rojan, di vî pêvajoya dijwar de jî li dijî êrîşên li hemberî ziman, çand, hebûna xwe tu caran serî netewandiye. Gul wiha axivî: "Ev pêvajo ji bo kurdan gelekî girîng e. Li çar parçeyên Kurdistanê niha pêdivî bi yekîtiyê heye. Em ê bikaribin bi têkoşîna hevpar hesabên qirêj pûç bikin. Ji ber vê yekê jî ji her demê zêdetir pêdivî bi yekîtiyê heye."

Piştî axaftinan civînê bi çapemeniyê re girtî berdewam kir.