HDP'ê xwest hikûmet îstifa bike

ENQERE - Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim ji êrîşa li dijî Reinayê hikûmet berpirsyar dît û wiha got: "Em dibêjin ku hikûmet nikare welat bi rêve bibe û divê îstifa bike."

Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet yildirim têkîldarî êrîşa li dijî kluba Reinayê û geşedanên di rojevê de li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Yildirim bi bîranîna kesên ku di êrîşa li dijî Reinayê dest bi axaftina xwe kir.

Yildirim wiha axivî: "Di saetên destpêkê yên 2017'an de em bi êrîşekî ku wijdana hemû civakê êşan ve rû bi rû man. Ev bûyerên ku em hinbînin an jî qeder nîne. Me wisa nedît û em ê nebînin. Li tu welatê bêyî ku zemîn bê dayîn bûyerên bi vî rengî pêk nayê.Serokwezîrê demê beriya du salan digot Tİrkiye ji bo gelek derûdorên siyasî wekî îlham tê dîtin. Niha tê dîtin ku Tirkiye ji bo kê dibe îlham. Ev welat bi hikûmeta ku enerjiya xwe ya burokratîk nade noqteyên rast re rû bi rû ye."

'YÊN KU HIŞYARÎ KIRIN GIRTÎ NE YÊN ÎHMALKARIYA WAN HEYE SERBEST IN'

Yildirim li hemberî girtina rojnameger Ahmet Şik jî renazîbûn nîşan da û wiha berdewam kir: "Sedema girtina Şik tewş e. Hişyerên bi niyate baş ên ku welat bi xetereyan re rû bi rû ye tên kirin lê ev ji aliyê îxtidarê ve wekî tehdîd tê dîtin. Ev hişyarî tên paşguhkirin yên ku îhmalkariya wan heye nayên cezakirin ên ku hişyariyê dikin tên girtin. Endamên ESP'ê yên ku xwestin kesên jiyana xwe ji dest dan bi bîr bînin jî hatin binçavkirin. Îxtidar nahêle civak acizbûna xwe di vî mijarê de nîşan bide û wan jî asteng dike."

'HIKÛMET BERPIRSYAR E DIVÊ ÎSTIFA BIKE'

Yildirim di berdewama axaftina xwe de nirxandina "welat bi awayekî zanebûn tê du parçekirin" kir wiha axivî: "Berê di navbera herêman de cudatî hebû. Welat ber bi şerênavxweyî ve tê birin." Yildirim got ku ew difikirin ku ev hikûmet nikare welat bi rêve bibe ji ber vê yekê jî divê îstifa bike.

Yildirim wiha berdewam kir: "Wezîrê Dadê kesên ku di çapemeniya civakî de rastiyan tînin ziman bi awayekî aşkera tehdîd dike. Dîsa Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş dibêje bila welatî tedbîran bigirin. Hûn dixwazin çi bibêjin. Em bi çapemeniyekî ku ketiye bin kontrola îxtidarê re rû bi rû ne. Ligel ku me wekî partî daxuyaniya şermezarkirinê weşand jî ev yek li tu cihê nehat dayîn lê li aliyê din rondikên Serokê Diyanetê tîmsehê dikin manşet. Lê beriya du rojan xutbeyekî çawa da em pirsyar nakin. Hûn nikarin îslama ku ola xweşbiniyê ye temsîl bikin."

Yildirim anî ziman ku polîs li şûna ku pêşiya êrîşan bigirin, berfemêra li ber HDP'ê texrîb dikin, saziyên kurdî perwerde didin digirin, komeleya malbatên Roboskê digirin.

Yildirim têkîldarî guhertina qanûna bingehîn jî nêrînên xwe anî ziman û got ku ev tevahiya civaka Tirkiyeyê temsîl nake, hemû rêxistinên siyasî nagire hundirê xwe, tevahiya AKP'iyan jî ev yek hezm nekiriye.

'CHP DEMA KU CIVÎNA BÊYÎ HDP'Ê HEZM KIR, WINDA KIR'

Yildirim CHP jî rexne kir û civîna ku havînê MHP, CHP û AKP ji bo qanûna bingehîn hatin cem hev bi bîr xist got ku divê wê demê CHP li hemberî vê derketa.

Yildirim axaftina xwe wiha bi dawî kir: "CHP'ê ji ber ku wê rojê îtiraz nekir derveyê wêneyê ye. CHP'ê wê rojê winda kir. Ji ber ku civîna bêyî HDP'ê hezm kir niha li derve maye."