Yildirim: Belê ev guhertina rejîmê ye

ENQERE - Serokwezîr Binalî Yildirim, têkildarî guhertina qanuna bingehîn got "Guhertina Rejîmê di sala 1923'an de xelas bû. Belê ev guhertina rejîmê ye. guhertina vesayetê ye."

Serokwezîr Binalî Yildirim, di civîna Koma AK Partiyê de axivî. Yildirim êrîşa li dijî Reina pêk hat axivî û wiha got: "Ez kesên medya civakî dixebitînin hişyar dikim. Medya civakî ne medya bê perpirsiyarî ye. Parvekirinên ku sûc bin dê li serê we bibe bela. Ji niha de bûye bela jî. Daraz li hemberî vê yekê ketiye nava tevgerê."

JI BO ABORIYÊ PAKETÊN NÛ

Yildirim, der barê aboriya ku di krîzê de ye jî axivî û pakêtên nû aşkere kir. Yildirim, da zanîn ku 250 milyar kredî daye KOBÎ'yan û wiha got: "Dema em vê yekê bikin em deyên nû li ser deynan zêde nakin. Em dest ji dîsîpîlan mîllî bernadin."

Yildirim, têkildarî Mertalên Firatê de jî axivî u wiha got: "Tenê Tirkiye bi DEAŞ'ê re şer dike. DYA tiştek nekiriye. DYA aşkere çekan dide YPG-PYD'ê. CHP, bi HDP'ê re li dijî guhertinê radiwsete. Diyar dikin ku guhertina rejîmê ye. Min ji Kiliçdaroglu re got; ev ne guhertina rejîmê ye. Lê fam nekir. Ez dîsa nabêjim... Belê ev guhertina rejîmê ye.
guhertina rejîma vesayetêye.