ENEQERE - Reveberiya Awarte (OHAL) 3 mehên din jî tê dirêjkirin. Têkîldarî dirêjkirina OHAL'ê îro Civata Giştî ya Meclîsê dê hevdîtin bê kirin.
Rêveberiya Awerte (OHAL) a ku di 19'ê çileyê de dema wî temam dibe 3 mehên din jî tê dirêjkirin. Dirêjkirina dema OHAL'ê dê îro li Meclîsê bê nîqaşkirin. Di civîna Lijneya Wezîran a ku duh bi serokatiyê Serokomar Tayyîp Erdogan hat lidarxistin de dirêjkirina OHAL'ê hatibû rojevê. Piştî civînê Berdevkê Hikûmetê Numan Kurtulmuş daxuyaniya "OHAL biryarekî ku wekî gotin nehatiye girtin. Li gorî pêdiviyên hatiye derxistin. Di pêvajoya ku Tirkiye bi êrîşên terorê re rû bi rû ye de dema ku pedîviya berterefkirina FETO'yê ya li hundirê dewletê li ber çavan bê girtin, qasî ku pêwîst be dê OHAL bidome. Em ê jî bixwazin ku OHAL sibehê bê rakirin" dabû.
Serokwezîr Bînalî Yildirim jî îro di komcivîna AKP'ê ya îro de got ku 3 mehên din dirêjkirina OHAL'ê dê li Meclîsê bê nîqaşkirin.
KAMPANYAYÊN LI DIJÎ OHAL'Ê DIDOME
Li dijî dirêjkirina OHAL'ê rêxistinên civakî yên sivîl jî kampanyayan didomînin. Meclîsa Yekîtiyê ya ji bo Demokrasiyê (DÎB) kampanyaya "DIRÊJNEKE" ya bi şîara "Bila OHAL bê rakirin, Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de bên rawestandin" û kampanyaya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a "Em bi dawî bikin" jî berdewam dike.