'Hikûmet li şûna îstifa bike OHAL'ê dirêj dike'

STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî yên dijberî OHAL'ê ne li hemberî daxuyaniyên ku ji aliyê rayedarên hikûmetê ve ji bo dirêjkirina OHAL'ê hat dayîn nerazîbûn nîşandan û diyar kirin ku hikûmet li şûna ku divê îstifa bike OHAL'ê dirê dike.

Meclîsa Yekîtiyê ya ji bo Demokrasiyê (DÎB) a ku li dijî Rêveberiya Awarte (OHAL) kampanyaya "DİRÊJNEKE", Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a ku kampanyaya "Em bi dawî bikin" û nûnerên EMEP'ê yên ku ji bo OHAL neyê dirêjkirin xebatên agahdarkirinê didin meşandin ev yek nirxandin. Rêxistinên ku ji bo OHAL bê rakirin kampanyayê didin meşandin nirxandina "Hikûmeta ku berpirsyarê pêvajoyê ye li şûna îstifa bike di nava lêgerînê dirêjkirina OHAL'ê de ye" kirin.

'EM Ê BANGAWAZIYÊN XWE BIDOMÎNIN'

Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan a ku piştî OHAL hat îlankirin heta niha li qadan xebatên agahdarkirinê dide meşandin wiha axivî: "Di pêvajoya borî de bi taybetî jî di 6 mehên dawî de dema ku em rewşê tînin ber çavan, aşkera ye ku OHAL pêşiya êrîşên terorê nagire yan jî ji bo ewlehiya welat, pêkanîna demokrasiyê tu rola wî tuneye. OHAL tenê îxtidara AKP'ê ji bo îxtidara xwe misoger bike bingeha siyasî ava dike." Gurkan destnîşan kir ku divê OHAL neyê dirêjkirin û gotina "Em ê vî bangawaziya xwe bidomînin. Ji bo OHAL neyê dirêjkirin em ê kampanyaya xwe bidomînin" bi kar anî.

'BENDBENDÎBÛN DERKETIYE ASTA HERÎ JOR'

Endama DÎB'ê parlamentera berê ya CHP'ê Bînnaz Toprak jî diyar kir ku OHAL a ku hatiye derxistin heta niha tu pirsgirêk çareser nekiriye û wiha berdewam kir: "OHAL çima hat derxistin? Ji bo têkoşîna li dijî terorê. Ji bo tekoşîna li dijî rêxistina Fetullahî hat derxistin. Bi qasî ku li dijî vî têkoşîn bê dayîn hat dayîn lê jibilî wî gihîşt ciheke din. Berê xwe da muxalefetê. Rewşa Tirkiyeyê îro bi rastî jî ne baş e. Piştî bûyera dawî gotinên nifrînê yên di twitterê de tên dayîn mirov fêm dike ku bendbendî bûn derketiya asta herî jor. Tişta ku pêdiviya Tirkiyeyê heye lihevkirina siyasetmedaran e û ji bo welat dikare çi bê kirin divê biryar bê dayîn."

Toprak anî ziman ku divê dev ji sîstema serokdewletiyê vegerin û wiha axivî: "Ji ber ku ev ê jî ji bendbendîbûnê re rê veke. Bendbendîbûn me berbi karasetê ve dibe." Toprak destnîşan kir ku heta ji bo demokrasî, azadî, kêmkirina bendbendîbûnê biryar neyê dayîn Tirkiye dê nava tarîtiyê de bimîne.

Serokê Partiya Şoreşger Ufuk Gollu jî anî ziman ku welat bi KHK û OHAL'ê ve tê rêveberin û wiha berdewam kir: "Êrîşên li dijî çîna karkeran, kedkar û bindestan bi OHAL'ê de zêditir bûye. Êrîşên li dijî hêzên ked, demokrasî û azadiyê hedef dike ku rêxistinbûna wan belav kir. Polîtîkaya şaş a Sûriyeyê wekî bumerangê vedigere. Terora selefî ya ku bi salan li dijî kurdan û Esadê piştgirî hat dayîn niha Tirkiyeyê hedef digire." Gollu destnîşan kir ku OHAL li dijî kurdan û jinan hatiye derxistin û wiha got: "Ji bo torên cînayetê yên selefî OHAL tuneye. Ew rehet dikarin tevbigerin. Divê hêzên ked, demokrasî û azadiyê li dijî OHAL'ê têkoşînê xurt bikin. Di van şertan de hikûmeta ku berpirsyarê pêvajoyê ye li şûna îstifa bike hewl dide ku OHAL'ê dirêj bike."

'DIXWAZIN ME JI KOLANAN DUR BIXIN'

Seroka Giştî ya ESP'ê Çîçek Otlu jî diyar kir ku piştî îlankirina OHAL'ê AK Partiyê xwestiye peyamê bide muxalefetê û wiha berdewam kir: "Girtina hevserokên giştî yên HDP'ê, hevşaredar, endamên meclîsên şaredariyan û li hemedî DBP'ê, ESP, partiya Şoreşger endamên wan hatin girtin. Dixwaze sîsetema serokdewletiyê bi rehetî bixe meriyetê." Otlu destnîşan kir ku bi dirêjkirina OHAL'ê re tê xwestin ku muxalefeta dibêje "ji dîktaror re na" bê bêdengkirin û wiha axivî: "Ji ber ku daxuyaniyên çapemeniyê qedexe ye. Em di pêvajoya ku hikûmet kesên li ber Reinayê daxuyaniyê dide binçav dike lê kujer nagire dijîn. Li dijî jiyana ku AKP qebûl nake diyar e dê çanda lîncê pêk bê. Dixwazin bêyî HDP'ê referandûmê pêk bînin. Ji ber vê yekê jî dixwazin bi dirêjkirina OHAL'ê me ji kolanan dur bixin lê em ê kolanan neterikînin."

Otlu diyar kir ku AK Partî dixwaze her tiştî bike yek û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dixwaze dewletê jî, xwe jî bike yek. DEma em dibêjin îstifa, hikûmetekî ku îstîfa nake li pêşberî me ye. Ev vê bi awayekî zelal dibînin. Lê Têkoşîna me dê hebe, ew jî li dijî sîstema serokdewletiyê derketinê dibe."