Çavuşoglu: Nasnameya êrîşkarê Reînayê diyar bû

ENQERE - Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, diyar kir ku nasnameya êrîşkarê Reînayê hatiye tespîtkirin.

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, derbarê êrîşa Reînayê ya ku 39 kesan jiyana xwe ji dest dan de daxuyaniyek da. Çavuşoglu ku ji Edîtora Masasi yê AA’yê re axivî, diyar kir ku wan nasnameya êrîşkarê Reînayê tespît kirine û xebatên wan didomin.


Çavuşoglu, anî ziman ku piştî 15’ê Tîrmehê bi taybet welatên bakur gelek şaştî kirine û hinekan ji ber hestên li dijî Tirkiyeyê xwestin darbe bi serbikeve. Çavuşoglu, derbarê agirbesta li Sûriyeyê de jî wiha got: “Ger em van binpêkirinên zêde nesekinînin dê pêvajoya Astanayê bi dawî bibe. Piştî peymana agirbestê, em binpêkirinan dibînin. Dema em dinêrin ka kî van binpêkirinan pêk tînin dibînin ku Hîzbullah, bi taybet komên Şîî û rejîm pêk tîne.”

Çavuşoglu, ji bo aliyê agirbestê Îranê re jî got ku divê bandora xwe ya li ser milîsên şîî û rejîmê zêde bike.