ENQERE - Serokomar Tayyip Erdogan di 23'ê Kanûnê de li Îzmirê têkildarî El Babê got “El Bab di bin dorpêçê de ye. Qediya diqede". Erdogan, di axaftina xwe ya îro bi keyayan re jî got “Înşallah dê operasyona El Babê di demek kin de xelas bibe. Em diçin terdîbek nû. Dê di demek kin de hal bibe."
Serokomar Tayyip Erdogan di 33'emîn civina bi keyayan re li ser El Babê axivî. Erdogan, bal kişand ser kuştinên dawî yên leşker û sivîlan û ji şerê dema Osmanî mînak da. Erdogan, Di destpêka sala 1800'i de 15 milyon jê misliman, 5 milyon jê j baweriyên din bû. Bi giştî 20 milyon bû. Piştî şêrê Balkanan me nêzî 2 milyon winda dan. Piştî mei Komra xwe ava kir di sala 1920'an de nifûsa me 13.5 milyon bû. Em teslîmî 3-5 rêxistinên terorê nabin. Ger ku em winda bikin dê dezgehê Sevrê dîsa bê pêşberî me. Ger ku em winda bikin em dê dîsa li 100 sal berê vegerin û dê Sevrê binin pêşberî me.
Serokomar têkildarî niqaşên li ser tarza jiyane jî axivî û wiha got: "Di 14 sal serdema me ya îktîdarê de me destûr neda vê yekê. Ez li vir li pêş we keyayên rêzdar ji miletê xwe dipirsim. Her karê ku min kiriye, her gava ku min avêtiye, min mudaxaleyî tarza jiyana tu kesan nekiriye. Kesekî rastî mudaxaleya min hatiye tune ye. Kî dikare bêje 'min xwest wisa li we bikim û min nekarîbû li xwe bikim. Min xwest wisa bijîm û min nekarîbû bijîm?'"
Serokomar Tayyip Erdogan di 23'ê Kanûnê de li Îzmirê têkildarî El Babê got “El Bab di bin dorpêçê de ye. Qediya diqede". Erdogan, di axaftina xwe ya îro bi keyayan re jî got “Înşallah dê operasyona El Babê di demek kin de xelas bibe. Em diçin terdîbek nû. Dê di demek kin de hal bibe."
EM DÊ HER GAVAN BAVJIN
Erdogan têkildarî ziyareta Serokwezîr Binalî Yildirim jî wiha got: “Înşallah roja înê dê Serokwezîrê me û wezîrên me dê Iraqê ziyaret bikin. Em dê têkiliyên xwe yên dîplomatîk dîsa bînin qadek baş.