ENEQERE- Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di peyama xwe ya ji bo êrîşa Reinayê şan de diyar kir berpirsyariya ewlehiya civakî di îxtidara siyasî de ye, îxtidar civakê ber bi kaosê ve dibe û çareserî ji bo aştiya civakî di têkoşîna hevpar de ye.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ye bi riya parêzerên xwe têkîldarî qetlîama li kluba Reinayê peyam şand.
Demîrtaş di peyama xwe de banga terzê jiyanê yên cuda wekî dewlemendî dîtin, xwedî li maf û azadiyan derketin û ji bo aştiya civakî têkoşîna hevpar kir.
Peyama ku ji aliyê Buroya Çapemeniyê ya HDP'ê ve hat parvekirin wiha ye:
"Li Stenbolê saetên destpêkê yên sersalê de qatlîama ku pêk hat û 39 kesên ji welatên cuda jiyana xwe ji dest da şermezar dikim. Ev qedera welatê me nîne û divê nebe. Bi hestên careke din pêk neyê ez ji bo kesên ku di êrîşa nemerd a li Ortakoya Stenbolê jiyana xwe dest dan ji xwedê rehmetê ji malbatan re sersaxî ji bo birîndaran jî şîfayê dixwazim.
'BERPIRSYARIYA PÊKANÎNA EWLEHIYÊ YA ÎXTIDARA SIYASÎ YE'
Piştî vî êrîşê careke din derketiye holê ku qelsbûnekî cidî ya îstixbaratê heye. Ewlehiya civakê pêk anîn bi temamî ya îxtidara siyasî ye. Hikûmet dinê ahenga azadî û ewlehiyê bi hesasiyetekî mezin pêk bîne. Di êrîşên bi vî rengî de qasî tedbîrên ewlehiyê pêk anîn, standartên demokratîk û azadiyê li welat pêk anîn jî girîng e. Li cihên ku di bin navê polîtîkayên ewlehîkar de kêmkirina azadiyan ji nexweşiyên civakî û birîn pêk tên.
Riya derketina ji van felaketan mehkûmkirina 78 milyon kesan li dora kesekî yan jî rêxistinekî neteweperest nîne, li dora ruhê yekîtiya demokratîk înşakirina jiyaneke wekhev e. Şertên civakî yên ku tu etnîk, bawerî, çand û derûdorên siyasî xwe derve nebînin avakirin, zimanekî yekîtiyê ava dike û ya piranî bi karanîn tedbîra herî mezin a ewlehiyê ye.
'ÎXTIDAR CIVAKÊ BER BI KAOSÊ VE DIBE'
Ez bi xemgînî dibêjim ku îxtidar a ku siyasetmedar, rojnameger, akademîsyen, nivîskar û hemû muxalîfên li dijî hikûmetê ye digire bin pêkûtiyan welat di hest û mejî de parçe dike û civakê ber bi kaosê ve dibe.
Bi dervehiştina muxalefeta demokratîk, HDP a ku partiya sêyemîn a welat ve yekîtî pêk nayne. îxtidara siyasî enerjiya xwe divê ji bo êrîşên li dijî HDP'ê re na ji bo pêkanîna aştiya civakî û ewlehiyê xerc bike. Erka herî mezin a pêşiya me xebatên demokratîk ên ku di 80 milyon kesan de hestên ayîdbûnê û xwedîlêderketinê pêş xistin e.
'JI BO AŞTIYA CIVAKÎ TÊKOŞÎNA HEVPAR'
Banga min ji bo gelên me ev e; Em ayîdbûnên xwe yên nasnameyî û baweriyê, terzên cuda yên jiyanên xwe û nêrînên xwe yên cihanê wekî dewlemendiya xwe bibînin, dest bidin hev, xwedî li maf û azadiyan derkevin û ji bo aştiya civakî têkoşîna hevpar bimeşînin.
Ez careke din kesên ku di êrîşa Ortakoy a Stenbolê jiyana xwe ji dest dan ji xwedê rehmetê, ji bo malbatan sersaxiyê ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim."