ENQERE - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, têkildarî dirêjkirina teskereya OHAL'ê diyar ku li ser biryara MGK'ê ya di 3.1.2017'an, li gorî biryara tavsiye ya hêjmar 501'an di 3.1.2017'an de xistiye bin biryarê" û OHAL dirêj kiriye. Bîlgen pirsa "MGK kengî û li ku kom bûn?"
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bîlgen, têkildarî geşedanên dawî li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî. Bîlgen, têkildarî dirêjkirina teskereya OHAL'ê diyar kir ku nelirêtî û gavên dijqanûnî hatine avêtin û wiha got: "Teskereya OHAL'ê di 3'ê Çile dehat dirêjkirin. Ji bo dirêjkirinê biryara tevsiyê ya MGK'ê ya nîşan didin. Lê di 3'ê Çile de tu civînên MGK'ê pêk nehatiye.
‘MGK KENGÎ KOM BÛ Û KENGÎ BIRYAR DA?
BÎlgen, pirsa “MGK kengî civîya û kengî ev xistin bir biryarê? Ma civînek veşartî hat kirin? Ger ku civînek veşarî hatibe kirin di vê civînê de wekî din çi biryar girtin. Kê ji civînê re serokatî kir. Sedema biryara OHAL'ê darbeya 15'ê tîrmehê bû. Têkildarî darbeya 15'ê Tîrmehê 4 partiyan komisyon ava kir. Lê ev komîsyon heta niha nexebiteye. Ji aliyê Komîsyona Lêkolîna Darbeyê ve darbe pêk hatiye. Komîsyona Lêkolina darbeya 15'ê Tîrmehê xebaten xwe xelas kiriye û bi dirêjkirina OHAL’ê de dibe yek. OHAL, tesîrê li ser jiyana welatiyan a rojane dike. Bi her awayî hemû welatiyan eleqeder dike. Aramî û azadiyê asteng dike. Wateya dirêjkirina OHAL’ê wateya biryarên nû yên KHK’ê ne. Tê wateya ku dê ji nûve ji kar bavêjin, ji nûve saziyên weşanê bigirin. Dê 3 mehên din jî li Tirkiye heq û hiqûq tune be. Hêj biryara dirêjkirina OHAL'ê nû hat aşkerekirin dolar zêde bûn.
'ARMANC DIKIN KU DI OHAL'ê DE BIÇIN REFERANDUMÊ'
Bilgen, da zanin ku bi dirêjkirina OHAL’ê armanc dikin uk di nava şertên OHAL'ê de referandumê pêk bînin û li gorî armanca Kenan Evren rayeya Serokomar zêde bikin û pergala Serokdewletiyê di nava şertên OHAL'ê de bibin referandumê û bi gel bidin erêkirin. Demokrasî ne tenê hilbijartina ji aliyê gel ve ye. Demokrasî girêdanbûna hiqûq û konsensusa civakê ye.
Bîlgen, têkildarî dirêjkirina teskereya OHAL'ê diyar ku li ser biryara MGK'ê ya di 3.1.2017'an, li gorî biryara tavsiye ya hêjmar 501'an di 3.1.2017'an de xistiye bin biryarê" û OHAL dirêj kiriye. Bîlgen pirsa "MGK kengî û li ku kom bûn?"
BÊYÎ CIVÎNÊ PÊK BÎNIN BIRYAR DIGIRIN
Bilgen, herî dawî anî ziman ku MGK’ê berê biryar kengî û li ku girtibûn diyar e û wiha got: "Kengî li ku û kujan biryar girtibûn bi çapemeniyê re hatibû parvekirin. Li gorî hêjmara 499'an yekem biryara der bare OHAL’ê de ye. Biryara hêjmar 500'an di 30.11.2016'an de hatiye girtin. Piştî 30.11.2006’an MGK kengî lu ku kom bû. Kengî biryara 501'an girt. Ger ku civina veşartî pêk anî di vê civînê de çi biryar girtin. Em pirsên xwe dubare dikin"